Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 27 hezar derbas kir

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dan bû 27 hezar û 19.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê êrîşên Îsraîlê yên 118 rojan ên li ser Şerîda Xezayê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li Şerîda Gazzeyê 119 Filistînîyên din qetil kirine û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 27 hezar û 19.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara birîndarên li Şerîda Xezayê ku di êrîşên dawîn da 190 kesên din jî birîndar bûn bûye 66 hezar û 139.