RAJIN: Nazim û Cîhan bûn dengê her kêliya berxwedana Rojava
Koordînasyona RAJIN’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û bang li sazî û dezgehên mafên mirovan, jinan û rojnamegeran kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Ragihandina Jinên Azad (RAJIN) der barê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Koordînasyona RAJIN’ê wiha ye:
“Li kêleka siyaseta qirkirinê ya ku dewleta Tirk bi salan e li hemberî gelê Kurd dimeşîne, 14 sal in li hemberî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên wê êrişên bênavber didomîne. Yê ku herî zêde xwest feyde ji aloziya Sûriyeyê bibîne û ji xwe re bizivirîne firsenda dagirkirina herêmê, dewleta Tirk bû. Vê yekê jî xwest bi riya çeteyan bike û li gelek herêmên Sûriyeyê ev yek kir jî di salên destpêka aloziya Sûriyeyê de bajarên Cerablus, Raî, Ezaz û Babê yên bakurê rojhilatê Helebê dagir kirin. Lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin serweriya Rêveberiya Xweser de yekser nikaribû vê yekê bike. Şoreşa Rojava li hemberî vê daxwaza dewleta Tirk astengiyeke mezin e. Her wiha sîstema Rêveberiya Xweser jî ji bo xwe xeteriyek mezin dît. Di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, dewleta Tirk bi riya DAIŞ’ê dixwest şoreşê têk bibe û gelê herêmê di qetlîaman re derbas bike. Lê di hemwextî têkbirina DAIŞ’ê de dagirkeriya dewleta Tirk ket wê ferqê ku şerê wê yê bi riya DAIŞ’ê bi dawî dibe û DAIŞ têk diçe lewma bi xwe destwerdan kir û êrişên rasterast li dijî Rojava dan destpêkirin. Di sala 2018′an de Efrînê û di sala 2019′an de Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Rejîma Tirk dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne ku li gorî xeta ji Heleb heta Mûsil û Kerkûkê, milkê Osmaniyan dibîne.
‘Tirkiye li ser şopa DAIŞ′ê dimeşe’
Ji bo ku yekser bertekên raya giştî li hember xwe kom neke, xwest ku gav bi gav êrişên xwe yên bi armanca dagirkirin û qirkirinê pêk bîne. Di destpêka 2018’an de êrişên bejahî û asîmanî li ser Efrînê dan destpêkirin, piştî wê sal û nîvek êrişên bi armanca dagirkirinê li hember Serê Kaniyê û Girê Spî dan destpêkirin. Ji xwe Erdogan fermana ku jin be jî zarok be jî lê din dabû. Li hemberî sivîlan, jinan, zarokan kiryarên hovane ku heya niha jî li herêmên ku dagirkirye pêk tîne. Êdî aşkera bû ku Tirkiye li ser şopa DAIŞ′ê dimeşe.
Bi hilweşîna rejîma Esad re careke din dewleta Tirk li ser esasê dijminatiya Kurdan li Sûriyeyê bi çeteyên girêdayî xwe re şerekî mezin dimeşîne. Hewl dide zêdetir beşdarî pêvajoya li Sûriyeyê bibe. AKP a ku xwedî heman zîhniyeta çeteyan e, jixwe desthilatdar e û ji bo Sûriyeyek bi zîhniyeta DAIŞ'ê li kêleka xwe ava bike, her tiştî rizandiye.
‘Dewleta Tirk rojnamevaniya azad li her derê ji bo xwe xeter dibîne’
Dewleta Tirk ji bo xwe rojnamevaniya azad li her derê xeter dibîne û dike hedef, li Rojavayê Kurdistanê jî hewl dide dengê rojnamevanan qut bike. Destpêkê bi gefan, dema ku rojnamevanên ragihandina azad guh nadin vê yekê, vê carê jî bi îmhakirina fîzîkî yekser hedef digre; mînaka vê jî hevriyên me Gulistan, Hêro, Nûjiyan, Denîz, Dilîşan û Rizgar bûn, îro jî hevrê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hedef girtin.
Zêdeyî 40 sal in tevî êrişên kontra û çeteyên JÎTEM’ê, Çapemeniya Azad dev ji ragihandina heqîqetê berneda. Dema ku hevkarê dewleta Tirk DAIŞ’ê li gelek deverên Rojhilata Navîn hovîtî pêk anîn, herî zêde xebatkarên Çapemeniya Azad rastiyê ragihandin. Denîz û Nûjiyan bûn pêşengên vê têkoşînê. Kiryarên hovane yên DAIŞ’ê li Şengal, Kobanê û Reqayê ji cîhanê re ragihandin. Li ser hesabê canê xwe dev ji ragihandina heqîqetê bernedan.
‘Nazim û Cîhan bûn dengê her kêliya berxwedana Rojava’
Nazim û Cîhan, weke du rojnamegerên ciwan di salên destpêkê yên şoreşa Rojava de, ji bakurê Kurdistanê berê xwe dabûn Rojava, xwestin têkoşîn û berxwedaniya li Şoreşa Rojava ya li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê, ji raya giştî re ragihînin. Li ku derê şer û êriş, hebûya Nazim û Cîhan dibûn dengê heqîqetê. Li Kobanê bûn, li Efrînê bûn, li Eyn Îsa bûn, li Girê Spî û Serê Kaniyê bûn. Herî dawî jî ji 8’ê Kanûnê 2024’an ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê bûn ku li wê derê bûn hedefa êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker. Nazim û Cîhan bi rojnamevaniyeke lehengane bûn dengê her kêliya berxwedana Rojava. Di her şerekî de li kêleka şervanan bi kamera û pêşkêşvaniya xwe sekinîn, bûn deng û rengê heqîqetê, bûn deng û rengên ragihandina azad.
Hinek rêxistin, sazî û însiyatîfên rojnamevanan di asta cîhanê de jî daxuyanî didin û dibêjin ku hedefgirtina rojnamevanan sûc e. Ev tesbîtek rast e lê êdî tenê tesbîta vê kirin ne bes e, pêwîst e ji bo xwediyên vî sûcî di dadgehên cîhanê de werin darizandin hemû rojnamevan ji bo vê têbikoşin. Dewleta Tirk di cîhanê de ji xeynî sûcên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd, dewleta ku herî zêde rojnamevanan qetil dike. Em bang li hemû sazî û dezgehên ku bi navê mafên mirovan, mafên jinan û mafên rojnamegeran dixebitin dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin û em ji bo van sûcan xebatên dana darizandinê bikin.
Em jî weke Ragihandina Jinên Azad (RAJIN) qetilkirina her dû hevrêyên xwe şermezar dikin. Ew jî tevlî karwanên şehîdên ragihandina azad bûn, em di şexsê hevrê Nazim û Cîhan de bejna xwe li ber keda hemû şehîdên ragihandina azad ditewînin, sersaxî ji malbatên wan û tevayî rojnemevanên ragihandina azad re dixwazin. Em careke din soza xwe nû dikin ku di şopa wan de em ê dengê ragihandina azad bilindtir bikin û serkeftin û pêşveçûnê ji bo xwe esas bigrin.”