Li parlamentoya Misrê zêdebûna hejmara jinan hêviyan mezin kir

Li parlamentoya Misrê rojevkirina zêdekirina rêjeya nûnertiya jinan, zagona nû ya têkildarî pirsgirêkên jinan û bi hêzkirina zagonên heyî, hêviyan mezin dike.

ESMA FATHÎ

Qahîre- Di salên dawî de li parlamentoya Misrê ji bo zêdetir nûnertiya jinan were kirin, zagonên der barê mafên jinan de zêdetir bibin mijara nîqaşê, pêşniyarên din ên zagonê ketin rojevê.

Li Misrê zagona hiqûqî yên malbatê, ji aliyê parlamenter Neşve Al-Dib ve hat pêşniyarkirin û bi îmzekirina zêdeyî 60 parlamenteran piştevaniya wê hat kirin, wisa kir ku di parlamentoyê de were nîqaşkirin. Di demên dawî de pêşniyarên zagonî yên pêşkêşî parlamentoyê hatin kirin, guherînên ku mafên jinan bi hêz dikin digrin nava xwe. Di nava van de zagona hiqûqa malbatê û pêşnûmeya zagona têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan jî hene.

Pirsgirêkên ku jin dijîn

Di parlamentoyê de zêdebûna hebûna jinan, li dijî tiştên jiyane, bendewariyên zagonên bi bandor pêş bixin ava kir. Ev rewş parastina mafên jinan, jinên siyasetmedar û der barê pirsgirêkên ku jin dijîn de piştevaniya kapasîteya daxwaznameya zagonê zêde kiriye.

Ji zanîngeha Aswan Ola Abdel Hadî da zanîn ku parlamenterên jin, pirsgirêkên ku jin di nava civakê de dijîn bi awayek herî baş were fêmkirin û kesên ku pêşniyarên çareseriyê bi pêş bixin hene û wiha got: “Rêjeya jinan di parlamentoyê de bûna ji sedî 26 serkeftinek giringe, di berê de ev rêje ne divê astê debû. Nûnertiya jinan di parlementoyê de û divê nûnertiyê de bandorên derketine her diçe bihêz dibin. Jinên parlamenter, kesên ku têkildarî pirgirêkên jin rastî wan tên, pêşniyarên çareseriya herî baş pêşkêş dikin.”

Di zagonan de guherînên hatin plankirin

Ola Abdel Hadî da zanîn ku bi taybetî zagonên ku pêşî li tundiya li ser jinan digrin, zagonên weke malbat û hiqûqê, guherînên ku bandorê rasterast li jiyana jinan dikin, di parlamentoyê de zêdetir hebûna jinan wê bi awayekî lezgîntir were qebûlkirin. Her wiha got ku zagonên der barê tundiya li ser jinan û tundiya di nava malbatê de di parlamentoyê de cihekî mezin girtine.

Ola Abdel Hadî wiha got: “Ji ber dengê jinên parlamenter bi hêztir be, ji bo pêkanîna zagonên jinan diparêzin, li bendê ne hê zêdetir zext werin kirin. Ev rewş dê bi hewldanên di aliyê piştevaniya mafên jinan û îradeya siyasî de lihevhatî be.”