Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin

Ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin.

Wan – Piştî ku cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn li şaredariyê çalakiya nobedê hat lidarxistin. Di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de saet 04:00’an de bi sedan polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Çalakvanan deriyên şaredariyê ji polîsan re girtin, polîsan bombeyên gazê avêtin şaredariyê,  derî û pencereyên avahiyê şikandin. Polîsan di nav de siyasetmedar û gelek rojnamevan binçav kirin. 

Di serdagirtina polîsan de nûçegihana JINNEWS’ê Rabî Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglu û Behçet Bayhan hatin binçavkirin. Rojnameger bi zextên polîsan re rûbirû bi man. 

Her wiha Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Dogan Hatûn û rojnameger bi piştî ve hatin kelepçekirin û hatin binçavkirin. 

Piştî demekê Dogan Hatûn serbest hat berdan.  

Polîsan xwestin Hevşaredar  Abdullah Zeydan teblîgata Wezareta Karê Hundir ya ji kar dûrxistinê îmze bike. Abdulah Zeydan got bu biryarê nas nake û teblîgat îmze nekir. 

Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin. Wezareta Karê Hundir ragihand ku li şûna Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, waliyê bajêr Ozan Balci wek qeyûm hatiye tayînkirin.