Îsraîl tevî lihevkirinê jî êrîş dike: 4 Filîstîniyan jiyana xwe ji dest dan
Artêşa Îsraîlê li dû herêmên Şarîaya Rojava gule li Filîstîniyan barand û çar kes qetil kirin. Di encama êrîşa rûniştvanên deryasayî ya li ser Filîstiniyan de 6 kes birîndar bûn. 4 ji wan birîndaran mirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-20250215-israil-xwje-cover-jpg-webp94261e-image-jpg2b51b2-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya agirbesta li Xezayê ku di navbera Îsrail û Hamasê de hat aşkerakirin û lihevkirina li ser pevguhertina rehîneyan de, çav li rû bû ku pevguhertina şeşemîn a esîran îro pêk were, lê êrîşên artêşa Îsrailê û rûniştvanên deryasayî li Şeriaya Rojava didome.
Îsraîlê êrîşî kampê kir
Hate ragihandin ku di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê ya li ser kampa Koçberan a Nur Şems a li Şeriaya Rojava de 3 kesan, li bajarê Nablus jî Filistiniyek jiyana xwe ji dest dan. Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê, di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê ya li ser kampa Koçberan a Nur Şems a li Şeriaya Rojava de, 3 Filîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê dest daniye ser cenazeyên Filîstîniyan. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de Cîhad Mahmud Hasan Muşarîka, Xalid Mustafa Şerîf Amir û Gassan Ebu Abid ên Filistînî jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li kampa koçberan Asker a li nêzî bajarê Nablusê de, di encama êrîşên leşkerên Îsraîlê de jî, Adil Ahmed Adil Başker ê 19 salî jiyana xwe ji dest daye.
Ji rûniştvanên deryasayî êrîş
Li gor nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê de hatin weşandin, piştî demeke kurt ku Îdareya Mulkî ya Îsraîlê destûr neda bicîhbûnek deryasayî berfireh bibe, bi dehan rûniştvanên deryasayî yên Îsraîlê, li nêzî gundê El Maniya ya li başûrê Beytullahîmê, êrîşî Filîstîniyan kir. Li gor nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyên leşkerî û gelên xwecihî ku di rojnameya Haarets a Îsraîlê cîh girtine, rûniştvanên deryasayî, bi dar û keviran êrîşî Filîstîniyan kirine. Di encama êrîşan de jinek dû canî jî di nav de 4 kes rakirin nexweşxaneyê, kes jî nehat binçavkirin. Kesê bi navê Ahmed Tarawa ku li herêmê dijî, ji Haaretsê re got ku rûniştvanan êrîşî kesên li gundê lê dijîn kirine û 6 kes birîndar bûne.
Li gor nûçeyê, bûyer li herêmek bi navê Mikne Avraham li ‘qereqolek wêdetir’ ku rûniştavanan par ava kiribû qewimiye. Îdareya Mulkî, cîhê ku rûniştavanan ava kiriye heta niha gelek caran vala kiribûn. Roja înê jî rayedarên ji saziyê, li ser gilîkirina Filîstîniyan a derbarê rûniştvanên deryasayî yên hê zêdetir xak dagir kiriye, çûbû cihê bûyerê. Personelê îdareya Mulkî piştî demeke kurt ji herêmê çû, rûniştvanên deryasayî yên Îsraîl êrîşî gundên Filîstîniyan kir.