‘Çareserî bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e’
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî 15’ê Sibatê got ku rêya rast a zindîkirina îradeya çareserî, demokrasî û aştiyê, rakirina pergala li Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya Ocalan pêkan e.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-20250215-000867-jpgedced8-image-jpg1b95c5-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi mebesta salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komplo ne tenê li dijî gelê Kurd e, di heman demê de derbek li pêkvejiyana wekhev û azad a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî xistiye û wiha hat domandin: “Îro 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan e. Ev komploya navneteweyî ne tenê li dijî gelê Kurd e, di heman demê de derbek li pêkvejiyana wekhev û azad a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî xistiye. Bi komploya navneteweyî re birêz Ocalan hat revandin û radestî Tirkiyê hat kirin. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê ya 26 sal in li birêz Ocalan tê ferzkirin, bêguman bû domandina komployê.”
‘Li derveyî hiqûqa naxweyî û navnetewî ye’
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê rejîmeke îşkenceyê ya giran e ku hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî qebûl nake û wiha hat gotin: “Qanûn, destûra bingehîn, peyman û hemû maf hatine binpêkirin û rejîmeke dermirovî ku berjewendiyên navnetewî rêveberiya wê diyar dike. Ev rejîma awarte ku li Girava Îmraliyê di meriyetê de ye û rasterast girêdayî van têkiliyan e; di nava demê de ji demokratîkbûna welêt heta aborî û siyaseta derve, di tevahiya rêveberiya welat de diyarker bû û hê jî bandorê lê dike.”
‘Bi rakirina tecrîdê re wê jiyana bi hev re mîsoger bibe’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexe û astengkirinên li Îmraliyê bê navber û bi awayekî fiîlî di meriyetê de ne û wiha hat gotin: “Di nava demê de veguherîn yasayan û bandor li tevahiya girtîgehên din jî kir. Şêweyên înfazê yên mayîna di girtîgehê de ya heta dawiya emrê xwe ku li birêz Ocalan hatiye ferzkirin, li hezaran girtiyan jî hate ferzkirin. Israra di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de û domandina rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê re krîzên aborî û siyasî yên li gel hatine ferzkirin mezintir bû, siyaseta şer û qeyûman girantir kir û rê li ber azadiya civakî û aştiya civakî girt. Lewre; ji bo pirsgirêka Kurd li ser zemînek demokratîk were çareserkirin, weke şerta ewil divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin. Ev yek dê bike ku karnameya maf, hiqûq û demokrasiyê ya welêt baş bibe û pêkvejiyaneke azad û adilane ya Kurd û Tirkan û hemû gelên li erdnîgariya me dijîn misoger bike.”
‘Abdullah Ocalan, li dijî siyaseta tecrîdê siyaseta aştiyê ya gerdûnî meşand’
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da zanîn ku tevî rejîma îşkenceya giran a 26 sal in didome jî, wekî ku di van rojan de şahidiya wê dikin, Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, siyasî û hiqûqî bê çareserkirin îradeyek raber kiriye. Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha berdewam kir: “Ev îrade mezintir kir û bû xwedî potansiyeleke wisa ku vê komploya navneteweyî ku berhema hevsengiya hêzên navnetewî ye û siyaseta tecrîdê vala derxîne. Birêz Ocalan, li dijî komploya navneteweyî û siyaseta tecrîdê, siyaseta aştiyê ya gerdûnî meşand. Piştî şert û mercên bêxebermayîna sedîsed ku 4 salan hat domandin, cara ewil di 23’yê Cotmeha 2024’an de pê re hevdîtin pêk hat û got; ‘Tecrîd didome. Ger ku şert û merc ava bibin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bikim.’ Bi vê yekê re hêz û îradeya xwe nîşan da. Di hevdîtina 28’ê Kanûna 2024’an de jî got; ‘... tevahiya van hewldanên me, dê welêt bighînin asta ku heq dike û di heman demê de ji bo veguherîna demokratîk jî dê bibe rênîşandareke pir bi qedir û qîmet. Ji bo aştiya Tirkiye û herêmê dewr dewra aştî, demokrasî û xwişk-biratiyê ye.’ Bi vê peyama xwe careke din banga xwe ya ji bo demokrasî û aştiyê dubare kir. Rêya rast a ku dê çareseriyê bi xwe re bîne û îradeya demokasî û aştiyê zindî bike, rakirina pergala Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêkan e.”