Qedexeya derketina derveyî welat ji malbata Jîna Mahsa Emînî re hat dayîn

Hate hînbûn ku hikûmeta Îranê ji bo malbata Jîna Emînî ya ku wergirtina xelata Saxarov a ku ji Jîna Mahsa Emînî re hatiye dayîn, biçin Fransayê, qedexeya derketina derveyî welat daye.

Navenda Nûçeyan – Qedexeya derketina derve li malbata Jîna Emînî ya ku li paytexta Îranê Tehranê bi hinceta serê xwe negirtiye û di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabû, hat ragihandin. Hikûmeta Îranê rê neda ku malbata Jîna Emînî ji bo beşdarî merasîma xelata ku her sal di warê mafên mirovan û azadiya ramanê de ji aliyê Parlamentoya Ewropayê (PE) ve layîqê xelata Saxarov tê dîtin bibin.

Derketina derveyî welat hat qedexekirin

Li gor nûçeya malpera IranWire, malbata Emînî ji bo beşdarî merasimê 8’ê Kanûnê biçin Fransayê  çûne balafirgeha Îmam Xumeynî ya paytext Tehranê. Lê rayedarên balafirgehê nehiştin ku malbata Emînî li balafirê siwar bibin. Li gorî çavkaniyên ku ji malpera nûçeyan re axivîn, rayedaran dest danîne ser pasaportên malbatê û ji wan re gotine ku "destûra wan a derketina derve nîne."

Hat diyarkirin ku parêzerê malbatê Saleh Nikbahat ji bo beşdarî merasîma xelatdayînê bibe di rê de bû. 

Xelata Sakharov dan Jîna

Seroka PE’yê Roberta Metsola diyar kir ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dema Civîna Giştî ya PE’yê devam kir xelat dan Jîna Emînî û Tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’. Roberta Metsola got:“Vê bûyerê bi pêşengiya jinan tevgereke dîrokî derxist holê. "Slogana 'Jin Jiyan Azadî' ji bo her kesê ku li Îranê wekhevî, rûmet û azadiyê diparêze, bûye qîrîna kombûnê."