Qada tenduristiyê di navbera êrîşên dewleta Tirk û dorpêçê de ye

Berdewamiya êrîşên dewleta Tirk û dorpêça li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa mirovî girantir dike û qada tenduristiyê dixe metirsiyê. Jinên ku di qada tenduristiyê de dixebitin, ji ber xetereya ku roj bi roj nêz dibe hişyarî kirin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Tirkiye êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî sîstematîktir, bi armancgirtina jêderên jiyanî û qada tenduristiyê, didomîne. Navenda Diyalîz û oksejînê yên li bajarê Qamişloyê û nexweşxaneya Miştenûr a Kobanê, bûn armanca êrîşan. Ji 23’ê Kanûna 2023’an ve ji ber êrîşên ku hatin kirin herdu ji xizmetê derketin û ya diyalîzê zirareke mezin dît. Ev êrîşên bênavber û dorpêça ferzkirî li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qada tenduristiyê bi metirsiyên mezin re rû bi rû dihêle.

Nejbîr Mehmûd beşa wê ya sereke anestezî ye û ev du sal in di beşa lênêrîna giran de di nexweşxaneyê de dixebite. Nejbîr şahid bû li ser êrîşa dawî ya dewleta Tirk li ser herêmê û ew bi xwe bi birîndaran re mijûl bû, dibêje: “Qada tenduristiyê pîşeyeke mirovî ye divê ku em bibin alîkar bi mirovan re bi taybetî yên nexweş û birîndar re. Di êrîşa dawî ya li ser herêmê de, piraniya birîndaran sivîl bûn, gelek ji wan hebûn rewşa wan pir xirab bû, jiyana xwe ji dest dan.”

Ji bo jiyana mirovan rizgar bikin bi demê re têdikoşin

Pispora teknîka radyolojiyê Selma Mûrad jî nerazîbûna xwe li hemberî armancgirtina navendên tenduristiyê nîşan da û bal kişand ser rola girîng a qada tenduristiyê û wiha derbirî: “Qada tenduristiyê di her hawirdorê de xwedî roleke sereke ye, nemaze di rewşên bi vî rengî de ku em her dem bi şer û êrîşan re rûbirû ne. Ji bo rizgarkirina jiyana mirovan em bi demê re pêşbaziyê dikin û ev di heman demê de rolek girîng û karekî dijwar e. Em di nava zexteke psîkolojîk de dijîn lê ev me ji rizgarkirin û alîkariya mirovan dûr naxe.”

‘Jiyana me di xeterê de ye’

Di heman çarçoveyê de hemşîre Rewşen Şahîn jî teqez dike ku Tirkiye ferqê naxe navbera leşker û sivîlan, ji ber ku her kesê dike hedef û jiyana wan dixe metirsiyê û got: “Em dixwazin şer bê rawestandin li tevahî Sûriyeyê, îro mirovek dibe armanc, belkî sibe ez an kesên din bin. Şer tenê xirabiyan bi xwe re tîne û sûdê nade kesê.”

Rewşa tenduristiyê ya li kampan: Bi hezaran kes ji alîkariyê bêpar in

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15 kampên penaber û koçberan hene, tenê li Kantona Cizîrê 6 kamp hene, di nav de bi hezaran koçberên bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên wan koçber bûne, tevî koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê bi taybet Dêrezor û Idlibê. Di nav wan de du kampên ku jin û zarokên DAIŞ’ê dihewîne ji derdor 60 welatên cihê.

Li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Karûbarên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê li 6 kampên Kantona Cizîrê 93 hezar û 140 kes bi cih dibin tevî malbatên çeteyên DAIŞ’ê, hejmareke mezin ji van kesan xwedî pêdiviyên taybet û nexweşiyên giran in.

‘Fînansekirin qels e û fişarê li ser Rêveberiya Xweser çêdike’

Hevseroka Rêveberiya Karûbarên Penaber û Koçberan li Kantona Cizîrê Gulîstan Oso dibêje ku rewşa mirovî û tenduristî li kampan xirab e nemaze ku rêxistinên mirovî yên navdewletî heta demeke pir kin, rewabûna piraniya kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas nedikirin û vê yekê rewş hîn xirabtir kir û wiha pê de diçe: “Li kampan rewş ne baş e, kesên ku tê de jiyan dikin hemû koçber û penaber in di bin çadiran de zehmetiyan dikişînin. Êrîş rewşa wan kambax dike taybet a tenduristî. Rêxistinên mirovî jî gelek beşên xwe dane seknandin di kampan de.

Taybet di dema dawî de fînanse qels bûye ji aliyên rêxistin û saziyên mafên mirovan ve, ev yek dihêle ku fişarek e mezin li ser Rêveberiya Xweser çêbibe di demekê de ku êrîş nayên rawestandin. Divê ku bi çavekî mirovî li van kampan bê meyzekirin û bi awayekî lezgîn aliyên navdewletî pêşiya van êrîş û sûsan bisekinin.”

Dorpêç bandorek çawa li qada tenduristiyê dike?

Li hêleke din dorpêç. Rastiya mirovahî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe xirabtir dibe ji ber girtina deriyên mirovî yên ku digihêjin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di naverba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tirkiye, Iraq û herêmên rêjîmê dergeh ango xaça Sêmalka/Fiş Xabûr-El- Welîd-El-Yerûbiye/Tel Koçer û El-Faw hene, lê ev derbasbûn girêdayî rastiya siyasî û leşkerî ya van welatên ku bi herêmên bakur-rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî ne.

‘Zehmetî di ewlekirina derman û amûrên bijîşkî de ye’

Cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Hediya Ebdullah destnîşan dike ku êrîşên Tirkiyeyê yên hovane li ser navendên tenduristiyê zehmetiyan di qadê de derdixe û wiha pê de diçe: “Li gorî derfetan em riyên alternatîf dibînin çi ji bo qurtkirina avê û çi jî elektrîkê yên ku ev çend sal in sedema wê Tirkiye ye. Lê bi êrîşên Tirkiyeyê re zehmetî çêdibin, zeviyên petrolê yên ku ew jî bingeh in ji bo karkirina navenên tenduristiyê ji xizmetê tên derxistin. Bêguman girtina dêriyên mirovî jî bandoreke neyînî li qada tenduristiyê dike, ev yek dihêle ku proje kêm bimînin, em bi zehmetî derman û amûrên bijîşkî peyda dikin û ew jî bi nirxên buha.”

Tevî ku plan û projeyên Rêveberiya Xweser hene ku ji bo bidestxistina xwerêveberiyê û kêmkirina barê dorpêçkirina li ser herêmê kar dike jî ev yek têrê nake ku pêwîstiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vekirina deriyên sînorî û rawestandina êrîşan heye.