2 milyon kes bê elektrîk mane
Ji ber êrîşên dewleta tirk li ser kantonên Cizîr û Firatê derdora 2 milyon kes bê elektrîk mane.
Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên 3 rojên dawî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de tevahiya stasyonên kehrebe, petrol û gazê kirine hedef.
Li gorî nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, stasyona Siwêdiya ku pêdiviya gaz û elektrîkê ya Kantona Cizîrê pêşwazî dike, bi temamî ji xizmetê derketiye. 7 stasyonên din ên kehrebeyê yên li bajar û navçeyên kantonên Cizîr û Firatê ji rawestiyane.
Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ziyad Rûstem derbarê mijarê de agahî da ajansa Nûçeyan a ANHA’yê û da zanîn ku li Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Eyn Îsa, Kobanê û Til Temirê stasyonên elektrîkê rawestiyan.
Rûstem Ziyad destnîşan kir, ji ber êrişan li bajarê Dêrikê, sedî 70`ê bajarê Qamişloyê, navçeyên Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Hemîs, Amûde, Dirbêsiyê û Til Temirê ên Kantona Cizîrê, Eyn Îsa û gelek deverên din ên Kantona Firatê elektrîk qut bûye.
Li gorî agahiyên Ziyad Rûstem ji ber êrişan derdora 2 milyon kesên li bajar, navçe û zêdetirî 800 gund bê elektrîk mane.
Dewleta Tirk di Cotmeh û Kanûn 2023`yan de jî stasyonên elektrîk, petrol û gazê bi awayekî hovane bombebaran kiribûn. Di encama êrişan de welatî ji xizmetên bingehîn mehrûm hatibûn hiştin.