'Polîtikayên dewletan bû sedema mirina bi hezaran'

Koordînasyona Kongra Star Nesrîn Doku ya polîtîkayên dewletan ên li dijî gelan nirxand, anî ziman ku ji ber polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk û rejîma Sûriyê erdheja ku di 6’ê Sibatê de li navend Mereşê qewimî, gelek kes jiyana xwe ji dest dan.

VIYAN AMED

Qamişlo – Di sibeha 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê erdhejek pêkhat. Ev erdhej bandor li gelek bajarên Bakurê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê kir. Gelek zerer û ziyanên madî û canî gihişt gel ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Endama Koordînasyona Kongra Star, Nesrîn Doku ya siyasetên qirkirinê yê dewletan nirxand, destnîşan kir ku polîtîkayên dewletan mîna ku li Tirkiyê û Sûriyê hat dîtin bû sedema ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest bidin zêde bibe û ji bo pûçkirina vê siyaseta qirkirinê banga yekîtiyê li tevahî gelan kir. 

‘Encama siyaseta dewleta Tirk divê erdhejê de hate dîtin’

Nesrîn Doku di destpêkê de ji bo malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û birîndaran re şîfayê xwest û got: “Di 6’ê Sibatê de li Bakurê Kurdistan û Sûriyê erdhejek pêk hat û di encama erdhejê de gelek mirov jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Heta niha jî bi hezaran kes di bin kawilan de ne. Encama siyaseta dewleta Tirk û rêjima Sûriyê di vê erdhejê de hate dîtin. Erdhej tiştek xwezayiye, lê encama erhejê ne xwezayi bû, encama politikayên qirêj ên dewleta tirk bû. Gelek cihên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê heye ku cihê erdhejê ye, lê ruxmê wê jî dewleta tirk awahiyan li ser xeta erdhejan avakiriye. Ev erdhej berteka xwezayê li dijî politikayên dewleta tirk bû. Dewleta tirk ruxmê hemû tehlûkeyan dizanê, lê bendavên avê ava dike, daran jêdike, çekên kîmyewî li dijî xwezayê bi kar tîne û di encamê de kerasetek mezin rû da.”

‘Dewleta Tirk û rêjima Sûriyê gel radestî mirinê kirin’

Nesrîn Doku destnîşan kir ku dewleta tirk û rêjima Sûriyê li pêşiya alîkariyan dibin asteng û wiha domand: “Ruxmê keraseta mirovahî pêk hatiye, lê dewleta tirk cardin berjewendiyên xwe bi kar tîne. Roja yekem a erdhejê de ger dewleta tirk a dagirker hemû îmkanên di destê xwe de bi kar anibûya, ewqas kes jiyana xwe ji dest nedida, heta pir kes ji vê felaketê dê xilas bibûya. Bi rojan mirov di bin kawilan de man û nehiştin alîkarî û kesên ku hatibûn hawara gel de derbasî cihên bûyerê bibin. Ya herî ber bi çav Rêveberiya Xweser bû ku gelek alîkarî ji bo kesên ku rastî erdhejê hatine, komkir, lê dewleta tirk û Rêjima Sûriyê destûr neda ku Rêveberiya Xweser wan alîkariyan derbasî cihên erdhejê bikin. Ev yek cardin kiryar û siyaseta dewletên desthilatdar radixîne li ber çavan. Dewleta tirk û Rêjîma Sûriyê mirovan radestî mirinê dikin.”

‘Bûtçeyên ku ji gel dihatin girtin, ji bo tunekirina gelê kurd hate bi kar anîn’

 Nesrîn Doku da zanîn ku gel bi salan ji bo rojên wiha bûtçe daye dewletê, lê îro ew bûtçe ji bo kesên erdhejê nayê bi kar anîn û wiha dirêjî da gotina xwe: “Niha rewşa gelê Bakurê Kurdistanê ku rastî erhejê hatine, bûyerek pir giran e. Heta niha jî dema mirov mêze dike gelek kes di bin sermayê de ne, hin ji wan birçî û hin ji wan birîndarin. Lê ev yek ne xema dewleta tirk û hevkarên wî ne. Ragihandina dewleta tirk herdem rastiyan berovajî dikin û didin nîşandan ku dewlet ji bo gel di nava seferberiyê de ne, lê mixabin di rastiyê de ne wiha ye û gel ji mirinê re hiştine. Beriya rojan hate gotin ku dê erhejek wiha biqewime, lê tu tedbîr nehatin girtin û di encamê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk herdem ji bo erdhejê bûtçe ji gel girtiye, ew bûtçeyên ku dihate girtin, ji bo komkujî û tunekirina gel hatiye bi kar anîn. Cihê ku dewleta tirk wan bûtçeyan ji bo gel bi kar anîba, lê li dijî gel bi kar anî. Di heman demê de piştî erdhejê rewşa awarte ragihadin, xwest ku bi vê yekê rûreşiya xwe xemsar bike.”

Yekîtiya gel

Nesrîn Doku bang li gel kir ku divê demên zehmet de yekitiya xwe biparêzin û wiha bi dawî kir: “Piştî erdhej li Bakurê Kurdistanê pêk hat, gelê kurd li her aliyên Kurdistan û cîhanê ji bo alîkariyê di nava seferberiyê de bûn. Di nava vê erdehejê de tişta ku herî zêde derket pêş cardin yekitî û hevgirtina gelan bû. Ev keraseta mirovahiyê wijdanê gel hejand û gel lez û bez xwe bi rêxistin kir ku ji bo alîkariyê hewildanên pir mezin raber kirin. Tişta herî zêde jî mirovan bandor kir û derket holê, gel bendê dewletê nema, li gor îmkanên xwe kesên ku di bin kawilan de mane xilas kirin. Em jî weke rêxistina Kongra Star bang li gelê kurd, ereb, kurd û tirk her wiha jinan dikin ku, pêşiya siyaseta dewleta tirk bi yekitiya xwe bigirin û rastiya dewleta tirk derxînin holê. Ev yek jî bi yekitiya me gengaz e.”