‘Berpirsyarên mezin a van felaketan pergalên serdest in’

Berdevka Komîteya Ekeolojîk a Kongra Star Rîhan Temo siyasetên şaş li hemberî xwezayê û sedemên ku dihêlin felaketên xwezayî rû bidin nirxand û got ku xerabiyên li ser xwezayê çêdibin ji ber zîhniyeta dewletan e.

ROJ HOZAN

Qamişlo- Di  6’ê sibatê de seat 04.17'an li navçeya Bazarcixa Mereşê erdhejek bi pileya 7,7 û li navçeya Elbistanê di seat 13.24'an de bi pileya 7,6 pêk hat. Di wê erdhejê de gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Sûriye û hin bajarên Kurdan weke Eşrefiyê, Şêx Meqsûd ên Helebê bi bandor bûn. Rojane rêjeya windahiyên bûyera erdhejê zêde dibin û gelek mirov heya niha di bin kavilan de ne û rewşa wan ne diyar e. Berdevka Komîteya Ekolojîk a Kongra Star Rîhan Temo siyasetên şaş li hemberî xwezayê û sedemên ku dihêlin felaketên xwezayî weke erdhej rû bidin nirxand.

‘Bandorên ku felaketên xwezayî hişyar û zêde dikin bi destê mirovan çêdibin’

Rîhan Temo sedemên ku dihêlin feleketên xwezayî rû bibin nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di nav felaketên xwezayî yên çêdibin ên em dibêjin felaketên xwezayî ne ji ber lêvegereke xwezayî ye lê helbet bandorên ku van felaketan hişyar dike û zêde dike bi destên mirovan tên çêkirin. Loma dema em behsa wê dikin pêwîst e em ji bîr nekin bandorên sîstem, zihniyet û siyaseta ku di van herêman de bi sedan salan hakim in û bi hemû rê û rêbazan xwezayê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin. Bi taybetî li li erdnîgariyek weke Tirkiyeyê ku dewletek e ger hevsengiyeke xwezayî tê de tunebe ji bo felaketan vekiriye. Me dît beriya çend rojan erdheja ku li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rû da bandora xwe li Sûriyeyê û di nav de herêmên weke Şêx meqsûd û eşrefiyê yên Helebê kir. Binpêkirinên ku li ser axê çêdibin weke komkirina avê bi rêjeyeke zêde ku sedemeke esasî ye jê felaketên xwezayî çêbibin, di encama wê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û çarenûsa wan nediyar e.”

‘Sîstem siyasetên şaş û şerê berjewendiyan li dijî xwezayê dimeşîne’

Rîhan Temo siyasetên şaş ên dewletan ku li dijî xwezayê tên kirin şîrove kir û wiha domand: “Di cewherê her rêveberiyê de pêwîst e jiyana gel di destpêkê de esas were girtin. Lê mixabin hikûmetên ku hene û sîstemên wan ên netewdewletê bi taybetî weke hikûmeta AKP’ê ku hemû derfetên xwe dike xizmeta dagirkeriya welatên din. Êrîşên li ser welatên derdorê dewleta tirk xistiye beriya hemû rewşên aborî di dewleta xwe de û hemû aboriyê xistiye xizmeta van kiryaran, ji bo wê haziriya felaketên ku bi vî rengî bandora xwe li gel dike nayê dîtin. Ji bo wê qutkirina ava çeman di van salên dawî de bi avakirina bendavan pir zêde bû bi taybetî wekî ava Firatê vê yekê hişt erdheja ku heye hişyar bibe. Li gorî agahiyan dibêjin dibe zêdetirî 2000 bendav di Tirkiyeyê de hene em nikarin vê ji felaketan dûr bigrin. Ji ber mijarên erdê, avê, hewayê û mijarên dengeya nebat û lawiran hemû bi hev re girêdayî ne. Ger di nava dengeyek de ji wan de xerabiyek çêbibe dihêlê sedemên pir cuda derbikevin.”

‘Sedema karesatan sîstemên serwer in’

Rihan Temo ya got “Xweza bi destên mirovan tê texrîbkirin” wiha pêl da axaftina xwe, “Em dikarin bibêjin ku berpirsyariya herî mezin a ku ev felaket tên kirin sîstemên serwer in.  Bi taybetî sîstemên netewdewletê li herêmên me dema teknolojiyê û zanista heyî kiriye xizmeta xwe û ji civakê qut kiriye dibe sedema ku dîsa gel bibe qurbaniyên kiryar û nêzikatiya wan. Rêber Apo dibêje “Karesatên xwezayî yên ku çêdibin di encama xerabûne dengeya xwezayê ya ku bi kiryarên berjewendî û teknolojî li ser civakan tên meşandin. Ger rewş bi vî rengî berdewam bike dibe ku ne tenê erdhej, felaketên hîn mezintir ên jiyana mirovan dikin xeterê biqewimin.”

‘Xweza kiryarên mirovan weke bikaranîna çekên kîmyewî li ser bedena xwe qebûl nake’

Rîhan Temo êrîşên dewleta tirk bi çekên kîmyewî li ser Kurdistanê ku di şexsê wê de pir êrîş li ser bedena xwezayê jî tên çêkirin anî ziman û wiha pê de çû: “Dewleta tirk sînorên xwe di axa Kurdistanê de kiriye qada şer, êrîş û bikaranîna tecrube û çekên xwe yên pêşketî. Ev êrîşên ku neheqiyê li mirov û xwezayê dikin li çiyayên Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyewî bû sedem ku dengeya xwezayî ya heye li herêmê derbê bixwe. Ji ber bandorên çekên kîmyewî ne ji bo demekê dimîne lê belê bandorên wê bi salan berdewam dike û di nav de jî rêjeya germahiyê, rewşa hewayê xera dike. Xweza jî van kiryaran li ser bedena xwe qebûl neke û digihîje encameke ku êdî ji nişkêve biteqe. Ya din jî paşguhkirina dewletê ji van bûyeran re mijareke esasî ye ku mirov li ser raweste. Dibe beriya erdhejê bi çend rojan hişyarî hatibû kirin ji aliyê zanyarekî derve ve ku dê rewşeke wisa derbikeve lê dewleta tirk, vê yekê li ber çavan negirt. Pir daristanan qut kirin ji bo bazirganiya febrîqeyan bi kar anîn, av di welatê xwe de birîn ku vê yekê giraniyek li ser erdê çêkir ev hemû bûn sedem ku Tirkiye dewleteke li pêşberî felaketan vekirî be. Dewleteke ne demokrat be wê ne ekeolojîk be jî. Li aliyê din em dizanin beriya niha di dîrokê de erdhej li Tirkiyeyê qewimîne. Gelo dewlet nikaribû li ser projeyên avakirinê bisekine û saxlemiya avakirin û mirovan biparêze? Lê vê yekê nekir û avahiyên wan jî ne li gorî şert û mercên xwezayî ne. Em dikarin bibêjin dewleta tirk ji hemû pîvanên xwezayî û exlaqî dûr e.”

‘Pêwîst e mirov xweza û av ji hemû siyasetên xirab bên parastin’

Rîhan Temo rêbazên parastina ekeolojiyê li herêmên ku rastî felaketên xwezayî tên bilêv kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li herêmên ku rasterast bi felaketên xwezayî re rû bi rû ne, pêwîst e mirov li xwe vegerin ji ber felaketên mezin bi destên mirovan tên kirin. Divê em di her alî de ekeolojîk nêz bibin bi rengekî ku her mirov xwedî maf bin û xwezayê xwedî ruh bibînin. Em dikarin nêrînên Rêber Apo der barê ekeolojiyê de esas bigrin û bizanibin ku di vê mijarê de her çiqas em xwezayê biparêzin ew jî dê me biparêze. Her wiha divê em mirovan dûrî hemû nêrînên siyasî biparêzin û li şûna wê hestên mirovî bidin pêş. Li herêmên me jî niha di warê avahîsaziyê de pêwîst e şaredariyên me, komîteyên me yên çavdêriyê hişyar bin da ku em bikaribin bi rengekî exlaqî civaka xwe ji felaketan biparêzin.”