‘Mifteya jiyana azad azadiya Rêber Apo ye’

Li dijî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin gelê Şengalê duh meşek girseyî li dar xist. Jinên Êzidî yên beşdarî meşê bûn gotin, “Azadiya me azadiya Rêber Apo ye.”

HÊVÎ EZDA

Şengal – Gelê Şengalê li dijî komploya 15’ Sibatê ji ber Meclisa Gel a Sînûnê heya çerxeriya Mam Zekî duh meşeke girseyî li dar xist. Di meşa ku pêkheteyên Êzidî û Ereb bi hev re li dar xistin de gel bi dirûşmên “Ji Serok Apo re Azadî Ji Şengalê re Xweserî” û bi posterên Rêber Apo bênavber dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ ‘Kes nikare roja me tarî bike’ berz kirin.

Meşa gel ji ber Meclisa Gel a Sînûnê heya Çerxeriya Mam Zekî bedewam kir. Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Saziya Malbatên Şehîdan, Meclisa Xwerseriya Demokratîk a Şengalê û pêkhateyên Ereb daxuyanî hatin dayîn di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku weke civaka Êzidî û Ereb ew Rêber Apo weke rêberê xwe dibînin û wê ji bo Azadiya wî ya fizîkî têkoşîna xwe bihêztir bikin.

‘Mifteya jiyana azad azadiya Rêber Apo ye’

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Endama Koordînasyona TAJÊ Niam Bedel Axivî û wiha got: “Em komploya li ser Rêber Apo şermezar dikin çawa Rêber Apo ji bo azadiya gelan tekoşînê daye meşadin divê weke gel em jî ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Fikrên Serok Apo yekane fikr in ku ji bo tevahî civakan aramî û azadiyê tînin em li bakurê Kurdistanê rewşa gelê xwe dibînin vê erdhejê rûyê rast ê AKP’ê nîşan da. Em bi xwe dikarin vê jiyana ku vediguherînin dojehê biguherînin, nexwe weke din em ê nikaribin cîhana xwe ji desthilatdaran rizgar bikin. Divê gelê Şengalê jî ji her demê bêhtir ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşe ji ber ku mifteya jiyana azad azadiya Rêber Apo ye.”

‘Yekane rê azadiya Rêber Apo ye’

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Dayê Meyan Nasir jî bal kişand ser erdheja bakur, Rojavayê Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha got: “Li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan em berî her tiştî sersaxiyê ji tevahî mexdûrên erdhejê re dixwazin, şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em  bang dikin ku gelê me ji bo mexdûrên erdhejê çi ji destên wan were bikin. Dayê Meyan di dawiya gotinên xwe de ji bo azadiya Rêber Apo ev nirxandin kir: “Weke sazî em komploya li ser Rêber Apo şermezar dikin û dibêjin ku heya Rêber Apo azad nebe heya em wî li derve nebînin em ê têkoşîna xwe mezin bikin ji ber ku bi azadiya Rêber Apo wê mirovahî azad bibe yekane rê azadiya Rêber Apo ye.”

‘Felsefeya Apo yî û Êzidayetî heman e’

Li ser Navê Meclisa Xwerseriya Demokratîk a Şengalê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Hiso Birahîm der barê komployê de axivîn û diyar kirin ku fikir û felsefeya Rêber Apo û ya Êzidayetiyê xwedî heman cewherî ye. Di dîrokê de civaka Êzidî heya roja îro her dem ji bi parastina heqîqetê têkoşîn dane meşandin. Dema em li Rêber Apo dinêrin, di kesayetê wî de jî vê keda berxwedêr dibînin ji bo wê em tekoşîna Rêber Apo ji ya xwe cuda nabînin. Em ji bo vê Rêber Apo weke rêberê xwe dibînin û ji bo azadiya wî çi ji me bê xwestin em ê bikin.

Li ser navê pêkhateyên Ereb jî serokê meclisa gel a herêma Ereban Ebu seger axivî û da diyar kir ku ew weke civaka Ereb bi naskirina fikrên Rêber Apo bi civaka Êzidî re li dijî tevahî koletî û êrîşan bûn xwedî heman helwest û da diyarkirin û ew ê ji bo azadiya Rêber Apo bi civaka Êzidî re her dem di nava kar û xebatan de be.

Ebu Seger di dawiya gotinên xwe de da diyarkirin ku divê hevdîtin bi Rêber Apo re çêbibe ji bo vê divê CPT bi erkên xwe rabe û bersiv bide bangên gel.