Polîtîkayên Îranê yên dîlgirtinê didomin!
Rejîma Îranê ya ji herdemê zêdetir ji felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ditirse, ji bo xwe li ser lingan bigire serî li her riyê dide. Lê belê çembera berxwedana gel a bi pêşengiya jinan rejîmê her roj hê zêdetir tengav dike.
VIYAN MEHRPERVER
Mahabad - Ji destpêka îsal ve, zêdeyî 70 aktivîstên siyasî, karker, hawirdor û sivîl, ji aliyê rejima zextê ya Komara Îslama Îranê ve hatin girtin. Li van herêmên Îranê pêla girtinên demdirêj, tê fikirîn ku nîşaneyek ji rihê zindî yê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, guherînên li Rojhilata Navîn diqewime û aloziyên navxweyî ditirse ye.
Pêla girtinên demdirêj
Li bajarên wek Mahabad, Pîranşar, Bokan, Serdeşt, Uşnaviye, zêdeyî 70 kes bi rêbazên cûda, bi giştî li mal, cihên kar, di dema aktivîteyên rojane de, ji ofîsên agahî hatin bangkirin û girtin. Li gor çavkaniyan, hinek girtî îşkence dîtin û beşek ji lênêrîna tibî û îlacan bê par hatine hiştin. Hinek jê jî di nava nediyariyê de hatine girtin û mafê wan ê têkiliyê ji destê wan hatiye girtin. Hinek girtî jî nikaribûne ji deqeyek zêdetir têkilî bi malbata xwe re deynin û bêjin em hatine girtin, nizanin ka li ku tên girtin. Aktivîsta sivîl Nazenîn Elyasî di nav van girtiyan de cih digre û zêdeyî dû heftiyan jê xeber nayê girtin. Tê gotin ku Nazenîn birine navenda ofîsa agahiyan. Heta niha ji tu yek ji van kesan re sûcê wan nehatiye gotin. Lê belê di encama israra hinek malbatan de, çavkaniyên ne fermî sûcên wek ‘bi partiyên muxalîf re hevkarî kirine, di medyaya dijîtal de parvekirinên li dijî hikumet û li dijî zagonên Îranê beşdarî çalakiyên siyasî bûne’ pêşkêş kirin.
Ji bo rejîma Îranê demên zor
Li herêmên rejîma Îranê gelek faktorên wek birîna riyên kolberan, pirsgirêkên dahatê, zêdebûna nirxan, krîzên hawirdorê, kêmasiyên di mijara pêkanîna sotemenî û enerjiyê de, pêkanînên zextên ji derve, têkoşîna serkeftî ya jinan û çalakiyên karkeran, komara Îslama Îranê ber bi tengaviyê ve dibin.
Bi hilweşandina rejîma Esad a li Sûriye û berxwedana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandora wê li ser gelan çêbû, tirs û fikarek ku heta niha di ruyê hikûmeta Tirkiye û Komara Îslama Îranê de nehatî dîtin, hate dîtin. Li Îranê girtinên berfireh, nîşan dide ku rejîma ji Rojhilat, ji pêşketinên gelê Kurd û felsefeya Rojava ditirsin.
Aktivîsta sivîl Kejal D. diyar kir ku girtinên dawî yên li Mahabadê ji bo bêdengkirina dengê azadiya gelan hewldanek hatiye organîzekirin e û wiha got: “Tiştên îro tên jiyîn, ne tenê hewildanek sîstematîk a ji bo tepisandina Rojhilat e, di heman demê de tevgerek ku pêşîlêgirtina pêşketinên di pêşerojê de kontrol bike ye. Riya azadiya Îranê di Kurdistanê de derbaz dibe û Komara Îslama Îranê di ferqa vêya deye. Bi girtinên berfireh her tim hewl dide tirsê belav bike û serîdanînê ava bike, lê belê di nav gel de ne rewa ne.”
Berxwedana ku venamire
Gelê Îranê di şertên cûda û zor de derbas dibin; hebûna cezayên giran ên wek darvekirin û girtinên demdirêj, zextên li ser malbat û têkoşînê, dijwarkirina zagonên li dijî jinan û tepisandina her cûrê xwepêşandanan, qada zextê hê zêdetir tîne rewşa diyarker. Gelên li vê erdnîgariyê dijîn, hertim ji têkoşîna li dijî vê zilmê re ne biyanî bin jî, bi belavbûna felsefeya tevgera şoreşgerî ya 2022’an a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîn gihîşt astek din. Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî, Zeyneb Celaliyan, Şerîfe Muhamedî û jinên din ên li girtîgehan, di dilê civakê de tovê berxwedanê diçînin û dersa têkoşînê didin. Dayîkên têkoşer, ji bo xwîna zarokên xwe daxwaza edaletê dikin, dayîkên weke ‘Dayîke Şerîfe’ û malbatên ku ji bo azadiya zarokên xwe têdikoşin, bûne sembola têkoşînê.
Jin dixwazin kesên hatine girtin werin berdan
Li gel zêdebûna hejmara kesên hatin girtin, di medyaya civakî de ji bo ku werin berdan kampanya hatin destpêkirin. Di rastiya jiyanê de civak û bi taybetî jin bertekên wan ên li dijî van pêkanînan zêde dibe. Têkildarî vê yekê Delniya V. a ku li Bokanê dijî ev tişt gotin: “Pêkanîna Komara Îslama Îranê, mînaka polîtîkayên rehîngirtina siyasî xwedî demboriyek dirêje. Fikra destpêkê ya ewê rejîm daxwazên me yên azadiyê bitepisînin, şikestinek mezin e. Ji ber ku ger li têkoşîna jinên wek Pexşan û Werîşe û yên li girtîgehê were temaşekirin, wê bê famkirin ku em xwedî rihek pir alî, sînornenas û neyê rawestandin in. Komara Îslama Îranê yan wê sûcên xwe rawestîne, yan jî wê aqûbeta Esad li serê wê be.”
Ji xizmên girtiyên herî dawî Meryem V. jî ev tişt gotin: “Di axaftinên ku me di çend saniyeyan de bi wan re kirî de jî, me ferq kir ku îradeya wan çiqas bi hêz e û ji bo azadiya wan em kêliyek jî dudil nabin. Divê girtiyên siyasî bên berdan û civakên dinyayê bêdeng nebin.”