Meşa Qamişlo: Li ser xeta şoreşgeran têkoşîna me didome

Bi sedan şêniyên Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo, komkujiya Parîsê bi meşek girseyî şermezar kirin. Di meşê de pêyama “Em ê heta dawîyê di xet û tekoşîna wan de bimeşin û têbikoşin” hat dayîn.

Qamişlo – Şêniyên Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo a Bakûr û Rojhilatê Sûriye ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya yekem ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Paytexta Fransa Parîsê, sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî), ji alîyê Mîta  dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi pêşengiya Kongra Star meşek girseyî hate li darxistin.

Meş bi dirûşmeya “Bi Berxwedana Sakîne Cansiz em ê têkoşîna xwe bilind bikin” û bi tevlîbûna bi sedan gel û endamên saziyên rêxistina jin û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û Meclisa Malbatê Şehîdan ji çarxereya Osman Sebrî dest pê kir û heta ber Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê berdewam kir.

‘Têkoşîna me didome’

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Kongra Star Şaha Xelîl axivî û wiha got: “Îro roja xeta azadiya Jinê ye, îro roja şahadeta rêheval Sara û hevrêyên wêne. Ew di xeta azadî û parastina vî gelî de, bi israr bun. Bi komkujîya ku li Parîsê, yêk ji endamê damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê Sakîne Cansiz hat qetilkirin. Ew îradeya ku Sakîne Cansiz û rê hevalên wê dimeşandin israra têkoşîna azadiya jinê bû. Parçek ji canê xwe da lê belê, qet sirê rêxistinê neda. Ji bo vê em dibêjin wê tu carî, dewletên hegemonîk wê nikaribin me ji felsefeya Sakîne û rêhevalê wê qut bikin.”

Şaha Xelîl bal kişand destkeftiyên jinan ên bi pêşengiya têkoşerên jin ên hatine qetilkirin hatine bidest xistin û got: “Em ê heta dawîyê di xet û tekoşîna wan de bimeşin û têbikoşin.”

Meş bi diruşemeya “Jin Jîyan Azadî ”bi dawî bû.