Platforma Jinên Kurd ji bo kesên ji lehiyê zirar dîtine banga alîkariyê kir
Platforma Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, ji bo kesên zirar ji lehiya li Başûrê Kurdistanê ditîne, kampanyaya komkirina alîkariyan da destpêkirin.
Navenda Nûçeyan – Platforma Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina alîkariyê ji bo kesên zirar ji lehiya li Başûrê Kurdistanê dîtine, ragihand.
Banga lezgîn a mirovî hat kirin
Di daxuyaniyê de banga lezgîn a mirovî li partî û hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, komele, sazî û kampanyayên aborî hat kirin ku destekê bidin kesên ji lehiyên Başûrê Kurdistanê bandorbûnê, bi taybetî li Silêmaniyê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gel kêmbûna pêdiviyên bingehîn, karaseta mirovî ya mezin di serî de bandor li jin û zarokan kir ku berpirsyariyeke neteweyî ya mirovî, pêşxistina nirxên hevgirtina civakî hewce dikin.
Platformê diyar kir ku dê ji 15-18’ê Kanûnê dest bi pêşwazîkirina alîkariyan li navenda komkirina alîkariyan a girêdayê Kongra Star a li bajarê Qamişloyê bike.