Ji Kobanê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin
Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê bi riya meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Kobanê – Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 27 sal in di girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyê de girtiye, tevî pêşketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di Sibata Îsal de raghand û aktîvbûna mafê hêviyê ji bo wî, heta niha jî dewleta tirk di vî warî de tu gav ne avêtiye.
Ji bo daxwaza misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, îro Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) meşek di bin silogana “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpêka pêvajoya Aştî û Civaka Komînal e” birêxistin kir.
Di meşê de bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, jin û ciwan, xwendekar, dezgehên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, malbatên şehîdan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amedebûn.
Gel bi hilgirtina poster û wêneyên Abdullah Ocalan û alên PYD’ê li qada Jina Azad kombûn û dest bi meşa xwe kirin. Di meşê de bê navber diruşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Meşa ku li qada şehîd Egîd rawestiya, piştî ku deqeyek rêzgirtin hat girtin endama Meclîsa Jin ya PYD’ê Bediya Miho axivî.
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mayîndekirina pêvajoyê ye’
Bedîya Miho wiha got: “Ev nêzî salekê ye ku bi insyatîfa Rêber Apo pêvajoyeke dîrokî a aştiyê hatiye destpêkirin. Di çarçoveya vê bangê de ji aliyê Tevgera Kurd, Rêber Apo û gelê Kurd ve gelek gavên dîrokî yên bi bandor hatin avêtin. Di demeke ku hêzên komploger Rêber Apo tecrîdkirin de, wî dikarbû girtîgehê veguherîne navend û akademiya aştî, zanist û demokrasiyê. Ji bo vê jî çi bibe û pêvajo bi kîjan alî ve biçe, dê her tim kilîta çareserî û aştiyê li gel Rêber Apo di Îmraliyê de be. Ji bo vê jî di serê xebatên me de wê her tim azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hebe ku bi vê yekê re dê ev pêvajo mayînde bibe.”