Li Sûriyeyê xeyaleke pêknehatî – GOTAR
Şer, agirekî wisa ye ku hemû tiştan tune dike; ne mirov ne jî kevir ji rizgar dibin li pey xwe tenê wêraniyê dihêle lê aştî mîna xeyalek e gelê Sûriyeyê her roj bi wê xeyalê dijî lê xuya ye pêkhatina vê xeyalê hê pir dûr e.
ŞÊRÎN MIHEMMED
Gelê Sûriyeyê, li benda bidawîbûna koçberî, qetilkirin, revandin û gendeliya aborî ya 14 salan didome bû lê ev hêvî di demek kurt de vala hatin derxistin. Piştî desteserkirina desthilatdariya Sûriyeyê ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam a cîhadîst ve, komkujî û binpêkirin li her derê welat belav bûn.
Di 29’ê Çileya 2024’an de, Heyat Tehrîr el-Şam û komên cîhadîst ên girêdayî wê civînek bi navê "Konferansa Serkeftinê" li dar xistin. Bi vê civînê re, hewl dan xwe mîna "rizgarker û fetihkar" nîşanî gelê Sûriyeyê bidin. Di vê konferansa ku ji aliyê Ehmed el-Şara (Colanî) û serokên komên cîhadîst ve hat lidarxistin de, hemû rêveberiyê desteser kir û xwe mîna serokê demê tayîn kir. Tu konferansek diyaloga neteweyî yan jî referandûmek bi beşdariya gel nehat lidarxistin. Makezagona Sûriyeyê ya 2012’an hat betalkirin û saziyên ewlehî û leşkerî hatin belavkirin. Vê yekê li welat valahiyek ewlehî û leşkerî ava kir û bû sedema belavbûna kaosê û jêhatibûn û pêkhateyên bingehîn ên Sûriyeyê veder kir.
Yekem kiryara Colanî, xelatkirina serokên cîhadîst ku di salên berê de mîna berpirsyarên gelek binpêkirinên li dijî pêkhateyên cuda yên dewleta Sûriyeyê hatibûn belgekirin bû.
Piştre, hewl da yekem hikûmeta ku piştî hilweşîna pergalê li Sûriyeyê hat damezrandin, bi heman zihniyeta cîhadîst ava bike. Vê hikûmetê, hewl da xwe rewa bike lê ev li dijî makezagon û qanûna navneteweyî bû. Li gorî qanûna navneteweyî, dema ku li welatekî rejîmek dikeve divê desthilatdariyek demkî bi hêzên sînorkirî ewlehî û saziyên dewletê birêve bibe. Piştre bi riya konferanseke neteweyî ku hemû beşdar tevlî dibin, makezagonek nû tê amadekirin, hilbijartinên parlamentoyê tên lidarxistin û gel serokê xwe hildibijêre.
Li Helebê êrîşa li dijî mekanê olî yê Elewiyan
Piştî desteserkirina rêveberiyê ya ji aliyê Colanî û komên wî ve, bûyer bi lez û bez belav bûn. Li Helebê vîdyoyek hat parvekirin; di vîdyoyê de xuya dibû ku kesên çekdar mekanekî olî ya Elewiyan wêran dikin. Piştî vê yekê, li gelek herêmên Sûriyeyê xwepêşandanên nerazîbûnê yên mezin destpê kirin; bi hezaran sivîlên li herêmên perav û Humsê, li dijî binpêkirinên mekanên olî bertek nîşan dan. Heyet Tehrîr el-Şam li Humsê bi guleyan êrîşê xwepêşandanan kir; xwepêşanderek jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Di navbera rojên 8’ê Kanûna 2024’an û 5’ê Kanûna 2025’an de, li seranserê Sûriyeyê 676 jê jin bi giştî 11 hezar û 439 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Sedem û motîvasyon cuda bûn.
Bûyerên revandinê jî di tevahiya salê de domiyan; bi sedan ciwanên jin û mêr, bi taybetî jî li herêmên peravê bi hincetên etnîkî û mezhebî hatin revandin. Hinek ji wan neçar man ji ber qetlîamên etnîkî koçî bakurê Lubnanê bikin.
Li girtîgehên Sûriyeyê hêj zulm û zorî didome
Gelê Sûriyeyê, di dema rejîma berê de li ser bingeha îftira û tohmetên derew rastî girtinên kêfî hat; kesên ku sûcdariyan qebûl kirin, di girtîgehên tarî de di bin îşkenceyê de hatin lêpirsînkirin. Dema ku rejîm hilweşiya, bi deh hezaran girtî hatin berdan; hinek ji wan ji 40 salan zêdetir di girtîgehê de bûn. Lê belê piştî Heyet Tehrîr el-Şam hat ser desthilatdariyê, heman dîmen dubare bûn, girtinên kêfî, yên ji ber nasnameyê dest pê kirin û girtîgeh tije bûn. Di roja me ya îro de, hê jî aqûbeta zêdetirê 120 hezar kesan nayê zanîn.
Bi awayekî kêfî mirovan ji kar derxistin
Di tevahiya salê de, bi hezaran karker li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi riya bidawîkirina peymanên xwe yan jî bi destûra darê zorê ji kar hatin derxistin. Van kiryaran bandorê li ser karkerên di bazarên xizmetguzariya giştî, perwerde, elektrîk, gumrik, şaredarî û tenduristiyê de kir. Ji bo kesên ji kar hatin derxistin, tu sedemek nehat diyarkirin; piraniya wan aydê komeke etnîkî yan mezhebî yan taybetî bûn. Di encama vê yekê de, kesên ji kar hatin derxistin li bajarên cuda xwepêşandan li dar xistin û daxwaza vegerandina karên xwe kirin.
Êşa jinên Sûriyeyî
Jin di heyama rejîma kevin de ji tundî, qetilkirin û revandinê rizgar nebûbûn; piştî ku Heyet Tehrîr el-Şam hat ser desthilatdariyê jî rewş neguherî. Bi sedan jin û zarok hatin qetilkirin; sedema qetilkirina wan mîna tesfiyeyên etnîkî û mezhebî yan jî tundiya nava malê hat nîşandan. Hê aqûbeta bi sedan jinên Elewî û Durzî nayê zanîn.
Xeyalên jinan ên bidestxistina mafê xwedîbûna gotin û lîdertiyê, ji ber feraseta serdest a mêran û zextê têk çûn. Heyet Tehrîr el-Şam, li zanîngehan sergirtinê li ser jinan ferz kir; jinên ku li dijî quralan derketin, hatin tacîzkirin. Jin ji pêvajoyên biryargirtinê û erkên bilind hatin vederkirin; nûnertiya jinan di parlamento, wezaret an serokatiya sendîkayan de tenê ji sedî 5 bû. Di standardên navneteweyî de jî divê nûnertiya jinan herî kêm ji sedî 30 be.
Efrîn û êşên domdar
Êşa gelê Efrînê, bi êrîşên hovane yên bi hezaran dagirker û leşkerên bi pere yên Tirk dest pê kir; bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi sedan kes hatin revandin û zêdetirî 300 hezar Kurd neçar man koçî herêma Şehbayê bikin.
Êş, piştî hilweşîna rejîma berê jî bi dawî nebû; koçberiya ji Şehbayê, ber bi Heleb û Bakur-rojhilatê Sûriyeyê domiya. Di tevahiya sala 2025’an de, li Efrînê zêdetirî 160 bûyerên revandin, mirina 60 kesan û 2 hezar û 500 kesên ku aqûbeta wan hê nediyar e hatin tomarkirin. Bûyerên dizî û talankirinê domiyan; dizîna berhemên zeytûnan û birîna daran zêdetir bûn.
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê
Li Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê, piraniya wan Kurd zêdetirî 450 hezar sivîl, ji pêdiviyên bingehîn bêpar mane; ar, sotemenî, xurek û pêdiviyên tendirustî kêm in. Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd, ji 6’ê Cotmeha 2025’an û vir ve ji aliyê Heyet Tehrîr el-Şam ve hatine dorpêçkirin; rê bi xendekên ji axê hatine girtin. Gel, bi riya xwepêşandanên aştiyane daxwaza rakirina dorpêçê û vekirina riyan kir lê bi gazên rondikrêj çekan restî êrîşan hat. Zêdetirî 60 kes birîndar bûn û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Cîhadîstan, bi çekên giran taxan û sivîlan hedef girtin.
*Rojnamevan