Platforma Jinan a Enqereyê: Bila sûcdar bê cezakirin
Platforma Jinan a Enqereyê tekildarî geşedanên dawî yên di dosyaya Gulîstan Doku de, li ber Wezareta Dadê daxuyanî dan û xwestin hemû sûcdar bên cezakirin.
Navenda Nûçeyan – Platforma Jinan a Enqereyê, tekildarî geşedanên dawî yên di dosyaya Gulîstan Doku de, li ber Wezareta Dadê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinên beşar bûne, pankarta ku li ser “Kesên ku faîl parastin hesabê bidin! Çi bi Gulîstanê hat?” dinivisî hat rakirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama platformê Cemre Dogrû ve hat xwendin.
‘Berpirsê sereke Waliyê wê demê ye’
Di destpêka daxuyaniyê de Cemre Dogrû bi lêv kir ku lêpirsîna hatiyê destpêkirin têr nake û wiha got: “Em li vir dibêjin berpirsê sereke yê vê bûyerê, Waliyê wê demê Tûncay Sonel e. Di dosyayê de 13 kes hatin binçavkirin û 2 kesên ku kar û barên wergirtina îfadeya wan a Edliyeyê xelas bû, hatin girtin. Ev encama berxwedanê ye. Lê heta ku hemû kesên ku di dosyayê de navên wan hene neyên cezakirin, edalet pêk nayê.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat xwestin ku sûcdar bên girtin û wiha hat gotin: “Divê hemû bersûc bên girtin û dosya bê ronîkirin. Em ê hemû kesên ku dixwazin faîlan biparêzin, bidin naskirin. Akin Gurlek ku nûnerê daraza rejîma sarayeyê perçeyekî vê sarayeyê.”
Daxwazên Platforma Jinan a Enqereyê:
“*Divê delîlên nû bi awayekî zelal bên lêkolînkirin
*Di serî de Tûncay Sonel û Engîn Sonel divê hemû berpirs hesab bidin
*Divê akubeta Gulîstan Doku demildest bê ragihandin û cenazeyê wê radestî malbatê bê kirin
*Divê lêpirsîn bi zelalî bê şopandin û geşedan bi awayekî vêkirî bi raya giştî re bê parvekirin.”
Piştî daxuyaniyê jin bi meşê derbasî Wezareta Perwerdehiyê bûn ku sendîkayên perwerdehiyê li dijî êrîşên ser dibistanan li wir dest bi “Nobeda Jiyanê” kirine.