Platforma Ewlekariya Hilbijartinê bang kir: Bibin muşahid

Platforma Ewlehiya Hilbijartinê bang li welatiyan kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bibin muşahid.

Navenda Nûçeyan- Tirkiye ji bo hilbijartinên giştî yên serokomarî û parlamentoyê di 14’ê Gulanê de dê biçe ser sindoqan. Li gorî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di hilbijartinan de li welat bi tevahî di 190 hezar û 736 sindoqan de 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dê bikaribin dengê xwe bidin. Di 4 hezar û 969 sindoqên ku dê li derveyî welat bên danîn de jî 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêrên ku dikarin deng bidin hene.

Ji ber bêhiqûqiyên hilbijartinên derbasbûyî de, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl zêdetir girîngiyê didin ewlehiya hilbijartinê. Dema bangên xwedî derketina sindoqan tê kirin, ji bo parastina ewlehiyê tê xwestin ku welatî jî erk bigrin. Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo hilbijartinan bang li hemû kesê kir ku bibin muşahid.

Platformê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal bi hastaga #SeçimBizimGelecekBizim parvekirinek kir û wiha bang li kesên navdar kir: “Bibin muşahid û dema deng tên hejmartin li ser sindoqan bin!”