Piştî dagirkirinê li Serêkaniyê tenê 50 Kurd man

Piştî ku dewleta tirk, erîşê Serêkaniyê kir û bajar ji aliyê hêzên palamîlîter ve hat dagirkirin, tê diyarkirin ku tenê 50 Kurd û 7 Xirîstiyan li Serêkaniyê mane.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşê Girê Spî û Serêkaniyê kir, gel bi zorê ji herêmê hat derxistin. Li gorî daneyan ji Serêkaniyê 150 hezar kes bi zorê hatin derxistin û li herêmên Cizîr û Firatê bi cih bûn.

Li gorî agahiyên ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Komeleya Qurbanên Hevdestî dane, kesên ji Serêkaniyê koçber bûne, li kampa Serêkaniyê, kampa Waşokanî ya Hesekê û kampa Newroz a Dêrikê û kampa Til Semîn a Reqayê dimînin. Hejmara koçberên di kampên Serêkaniyê de dimînin 2 hezar û 575 malbat in. Li kampa Waşûkanî 2 hezar û 362 malbat, li kampa Til Semînê 8 malbat û li kampa Newrozê jî 2 hezar û 709 malbat dimînin.

Ji sedî 85 welatiyên Serêkaniyê bi zorê ji cihê xwe hatine derxistin. Vê rêjeyê jî nîşan dide ku li bajar tenê 50 Kurd mane. Hejmara Xirîstiyanan jî 7 e, Êzidiyên ku li 16 gundan hatine belavkirin jî ji herêmê derketine.