Piştgiriya ku ji çîroka jineke mexdûra erdhejê mezin dibe…

Mîmar Alaz Tan a ji Îzmîrê ku bi rêwîtiya çîroka jinek mexdûrê erdhejê Platforma Piştgiriya Qeda Destan ava kir, ev peyam da: "Em hemû piştgirî bidin, bêyî hevgirtinê derbaskirina felaketeke wiha ne mimkûn e."

EKÎN ARDA

Îzmîr- Ji ber du erdhejên ku navenda wan Mereş bû bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Yên ji erdhejê rizgar bûne, ji aliyekê ve êşa tiştên winda kirine dijîn, ji aliyekî ve jî têkoşîna jiyanê didomînin. Piştgiriya dilxwazên ku ji roja ewil a erdhejê ve heta niha diherikîn herêmên karasetê berdewam dike, mînakeke din a hevgirtinê ji Platforma Hevgirtina Keda Destan hat. Mîmar Alaz Tan ku bi çîroka jinek mexdûra erdhejê derket rê Platforma Piştgiriya Qeda Destan ava kir, wiha got: "Armanca min ew e ku hem piştgiriyê bidim jinên mexdûrên erdhejê xilas hem jî alîkariya bidestxistina dahata jinan bikim.” Alaz Tan ku li Çeşmeya Îzmîrê Alaçatî û navçeya Muglaya Bodrumê du dikanên cilan ên ku 8 sal in birêve dibe hene, qonaxên avabûna platformê ji ajansa me re vegot.

‘Ketim nava hewldanan’

Alaz Tan a ewil hestên xwe yên der barê erdhejê vegot, wiha got: “Dema ez sibeha 6’ê Sibatê ji xew rabûm û agahiya vê karesete bihîst û beriya ku ez nûçeyan temaşe bikim, min hewl da xwe bigihîjînim hevalên me yên ku li Hatayê ji bo me li malên xwe berheman çêdikin. Li Rihayê hevala min a zanîngehê dijî, dema min xwe gihand wê edî min nikaribû rondikên xwe kontrol bikim. Min ji aliyekî ve hewl da mezinahiya karesatê fam bikim, ji aliyê din ve jî hewl da bi serpêhatiyên gelên vê herêmê re empatî ava bikim. Her çend ez li dûr im û min xizmek xwe jî piştî demekê ji ber stresê nikaribûm nefesê bistînim, ev 5 roj bi vî awayî berdewam kir. Di vê navberê de min bi hevalên xwe yên Hatayê re têkilî danî, diyar kir ku mala wan hilweşiyaye, şukur tu ziyanên canî çênebûne lê bi 4 zarokên xwe re li derve maye. Piştre ketim nava helwladan ku bikaribim tiştek bikim.”

Platform ji çîroka jineke mexdûrê erdhejê ava bû

Alaz Tan da zanîn dixwaze ji bo mexdûrên erdhejê çi ji destên wê bê bike û bi van gotinan pêvajoya avabûna plarformê vegot: “Min xwest alîkariya madî bikim lê qebûl nekir, min hewl da ku xaniyek bibînim lê di vê navberê de kesên din mijara xanî çareser kiribûn. Li mala xwe ya nû li Bursayê bi cih bûn. Ez her roj pê re diaxivîm û min jê dipirsî ka ez dikarim çi bikim û tenê ji min dua xwest. Piştre ji min re peyam şand û got; 'Heqê xwe helal bike, hemû malzemeyên te di bin xirbeyan de man lê dema min xwe kom bikim ez ê hemûyan çêbikim.’ Vê peyamê gelek bandor li min kir û di wê kêliyê de hin tişt di serê min de ava bûn. Min dubare jê re malzeme şandin û armanca min ew bû hem serê wê bi tiştên din re mijûl bikim hem jî ji aliyê aborî ve alîkariya wê bikim. Hevjînê wê jî karê xwe winda kiribû û hem di warê aborî de hem jî di warê manewî de têkçûnek jiya. Ji ber ku bi hemû mala wê re malzemeyên ku bi kar dianî û hemû karên ku xilas kiribûn di bin xirbeyan de man. Piştî ku min ji bo wê malzemeyên hewce dike stand, ez fikirîn gelek jinên di heman rewşê de ne hene.

'Modelek gelek baş ji bo piştgiriyê ava bû’

Alaz Tan diyar kir ku jinên beriya erdhejê ji bo serxwebûna xwe ya aborî dixebitiyan, bi hilweşandina ku hat qewimî re hem di warê manewî û hem jî di warê aborî de rojên dijwar derbas kirin û wiha got: “Piştre min li ser Instagramê rûpelek vekir. Min navê wê jî wekî 'Platforma Piştgiriya Qeda Destan' diyar kir. Min xwe û tiştê ku min dixwest bikim bi zimanekî herî sade û hesan nivîsî û parve kir. Gel hestiyarî nîşan dan û gihandina min ya mirovên zêdetir pêkanîn. Em ji jinên ku  li bajarên ji erdhejê bandor bûne dijîn û dimînin re mişteriyên potansiyel didihînin û karên ku dikarin çêbikin siparîş dikin. Ew siparîş çi be li gorî vê malzeme tên şandin. Jinên ji erdhejê bandor bûne van dihonîn û siparişên xwe çêdikin. Bi vî awayî hem modela hevgirtin û hem jî tê ava kirin.”

Şîrketên mezin jî sparîş dan jinan

Alaz Tan da zanîn ku eleqeya ji bo kampanyayê zêde ye û anî ziman ku kampanya gihîştiye gelek kesan. Alaz Tan got, “Tevî îro roja 10’emîn a kampanyayê jî, em rastî eleqeyeke mezin hatin. Siparîş, malzeme, piştgirî, kargo tên û diçin. Hertim ji min re peyam tên. Ez pir kêfxweş im ku dibînim ev kampanya pir bifeyde ye. Qasî mişteriyên takekesî şîrket jî xwe gihandin me. Şîrketên pir mezin eşyayên diyariyên hat çêkirin, li tîmên xwe zêde kirin û piştgiriya malzeme şandin. Bi rastî jî heta niha gihîşt nuqteyek pir baş û ev yek min pir kêfxweş dike."

Kesên ne mexdûrên erdhejê jî ji kampanyayê sûd wergirtin

Alaz Tan, diyar kir ku kampanya ji bo piştgiriyê bidin kesên ji erdhejê bandorbûnê hatiye destpêkirin û wiha got: "Lê belê hin kesên ku bi awayekî rast ji min re gotin 'ez ji erdhejê bandor nebû, lê ez dixwazim dahata xwe ya aborî bidim'. Her wiha gelek ji wan jî dixwestin mesrefên xwe yên tenduristiyê bidin û ji ber ku xwendekar bûn, xwestin mesrefên perwerdehiya xwe bi cih bînin. Min peyamên ku 'Ji kerema xwe bibin dengê me jî” girt. Peyam tên, ez nikarim çavên xwe li wan bigirim, lewma ez wan parve dikim û piştgirî didin wan piştgirî didin wan. Hûn dizanîn ya herî xweş çiye; di vê navberê de piraniya me alîkariyên madî jî dan, pakêtên pêdiviyan jî amade kirin, lê wekî yên ku nekarîn biçin wê herêmê, ji dûr ve temaşe bikin û ji derayî xemgîniyê tiştekî em bikin nema bû.”

'Dibe ku di pêşerojê de li nuqteyeke cuda kom bibin’

Alaz Tan, da zanîn ku hevgirtin niha bi vî rengî pêş dikeve û wiha axivî: “Jin bi awayekî herî hêsan peyamê didin platformê, xwe didin nasîn û cureyên hunerên destan ên ku dikarin çêbikin dinivîsînin. Ez peyaman wan bi agahdariya rûpela wan re parve dikim. Yên ku dixwazin piştgirî bikin, dixwazin siparîş bikin jî bi wan re têkilî datînin. Ji ber ku pir peyam tên, ez nikarim hema hemûyan parve bikim, di vê navberê de dikarin li bine parvekirinê nivîsin û xwe bigin naskirin. Ji xeynî vê, şîrketên ku berheman çêdikin jî peyaman dişînin û ez agahiyên wan parve dikim, kesên ku erdhejê zirar dîtine bi wan re têkilî datînin û tevlî ekîbê dibin. Niha pergal bi awayê herî hêsan pêş dikeve, lê di pêşerojê de bi wergirtina piştgiriyek profesyoneltir dikarin xwe bibin nuqteyek cûda.”

'Em bêyî piştgiriyê nikarin ji karesetê xilas bibin’

Alaz Tan a dibêje, "10 parêzgeh ji ber erdhejê bandor bûn, lê yên li 71 parêzgehên mane di nava bêhêviyê de difikirin, 'em ê çawa alîkariyê bikin, em dikarin çi bikin'?", herî dawî ev nirxandinan kir: "Kampanyaya ku ez dimeşînim ne kampanyayek xêrxwazî û bexîşê ye, ew tenê bi armanca avakirina dahatê gelê heremê ye. Siparîşê didin, malzemeyên xwe dişînin û berhema ku siparîş dikin ji wan re tê, ew qas hêsan e. Her çiqas hûn niha ne di  ferqê de bin jî, hewcedariya we bi wê xirqeya ku jina ji erdhejê rizgarbûye heye, ji kerema xwe wê xirqeyê bistînin! Karê min pêşket, lewma min bi vî awayî deriyekî vekir. Divê her kes li gorî pisporiya xwe hewl bide alîkarî bike, em hemû piştgiriyê bidin, bêyî piştgiriyê derketina ji karesateke wiha ne mimkûn e.”