Pirsgirêkên perwerde û parastinê yên zarokên xizan li Îranê kûr dibin

Li Tehranê di nava salên dawî de nasnameya 2 hezar û 88 zarokên perwerdê nedîtine hat tespîtkirin. Berpirsan bal kişandin ser rewşa dijwar a malbatên van zarokan û zehmetiyên qeydkirina wan.

Navenda Nûçeyan – Serokê Rêxistina Xêrxwaziyê yê Îranê di salên dawî de li Tehranê nasnameya 2 hezar û 88 zarokên ku perwerde nedîtine û ji nûve rêxistinkirina nêzîkî 4 hezar zarokên karker ragihand.

Serokê Rêxistina Xêrxwaziyê Seyyîd Cewad Huseyînî di civînekê de li ser piştgiriya zarokên bêparastin got ku rêxistin niha 243 hezar zarokan digire nav xwe û di nav wan de 2 hezar û 88 zarokên ku perwerde nedîtine hatine destnîşankirin. Wî zêde kir ku armanca rêxistina xêrxwaziyê ya îsal ew e ku van zarokan vegerîne dibistanê.

Huseyînî her wiha got ku di salên dawî de nêzîkî 4 hezar zarokên karker li Tehranê hatine rêxistin kirin, lê zêdebûna xizanî û zextên aborî dikarin rê li ber vegera zarokan bo bazara kar vekin.

Dema ku behsa rewşa zarokan di navendên nîv-malbatî de dikir, wî got ku nêzîkî 87 ji sedî ji van zarokan xwedî parêzvanên ne guncav an jî destdirêjker in û nêzîkî 27 ji sedî ji ber encamên veqetînê ji bo van navendan hatine veguhastin.

Berpirsê Enstîtuya Mehr-o-Mah Afkham Sabbagh, yek ji pirsgirêkên di vî warî de wekî qeydkirina zarokên ku formên serjimêriyê hene destnîşan kir. Li gorî wî hin ji van zarokan di salên borî de, tevî ku ji hêla Daîreya Refahê ve hatine destnîşan kirin, di qeydkirin an berdewamkirina perwerdehiya xwe de rastî zehmetiyan hatine.