Pirsgirêka sedsalê: Têkoşîna jinan a temsîliyetê
Jin di hilbijartinên ku dê 14’ê Gulanê li Tirkiyeyê çêbibin dê rengê meclîsê diyar bikin. Jin di meclisa ku ji sala 1935’an û vir ve temsîliyeta wan pêk neaniye de, vê carê dixwazin bibin xwedî gotin.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Jinên ku li Tirkiyeyê nîvê hilbijêran pêk tînin, di mijara hilbijartinê de her dem li paş hatin hiştin û ji nedîtî ve hatin dîtin. Jinên ku mafên wan ên herî bingehîn di navbera her du lêvên mêr de hatin asêkirin, li hemberî vê yekê dev ji têkoşîna xwe bernedan. Jin dê çawa bên temsîlkirin, wekhevî çawa pêk were û nêzîkatiya partiyên siyasî ya ji jinan re hê jî mijara nîqaşê ye. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ya serokomarî û parlamenteriyê xwedî girîngiyek e û dê şekil dibe çarenûsa welat e. Bi taybetî bazarên li ser maseyên tifaqên li ser mafên jinan tên kirin, nîşan didin ku hilbijartin ji bo jinan xwedî wateyek çawa ye.
Dîrok, di warê îro de ji bo temsîliyeta jinan çi dibêje? Nêzîkatiya partiyên siyasî ya ji bo misogerkirina wekheviyê çawa ye? Di daneyên navneteweyî de Tirkiye di mijara temsîliyeta jinan û mekanîzmayên biryargirtinê de li ku derê ye? Me di nûçeya xwe de berhev kir.
Di hilbijartina ewîl de 17 parlamenterên jin hebûn
Li Tirkiyeyê jin cara ewil di 5’ê Kanûna 1934’an de bûn xwedî mafê hilbijartin û bijartinê. Jinan cara ewil di sala 1935’an de namzediya xwe danîn ji bo hilbijartinan. Ji wê rojê ve heta îro 523 parlamenterên jin ketin meclisa mezin a Tirkiyeyê. (TBMM) Meclisa 600 kursî tu caran qet bi temamî nehat dagirtin. Di hilbijartinên giştî yên 400 kursî de tenê 17 jin dikaribûn bikevin meclisê. Di hilbijartinên ku salek piştî vê dîrokê hat kirin de jineke din jî wek parlamenter hat hilbijartin. Bi vî awayî hejmara kursiyên jinan bû 18. Parlamenterên jin ji sedî 4,5 ê hemû parlamenteran pêk anîn.
Tu caran negihîşt hejmara tam
Helbet ev encama ku di sala 1935’an de hat bidestxistin, wek serkeftinê hat şîrovekirin. Lê dema hilbijartinên sala 1950’î ev rêje hîn zêdetir kêmtir bû. Di sala 1950’an de li meclisê tenê 3 parlamenterên jin hebûn. Heta sala 1999’an rêjeya parlamenterên jin ji sedî 2 derbas nebû. Di sala 1999'an de bi 22 wekîlên jin re rêjeya wekîlên jin wek ji sedî 4,2 guherî. Di hilbijartinên 2002, 2007 û 2011'an de hejmara parlamenterên jin zêde bû lê tu carî rêjeya temsîliyeta jinan û rêjeya namzedên partiyên siyasî têrker nebû.
Hilbijartina 7'ê Hezîranê
Di dîroka Tirkiyeyê de herî zêde parlamenterên jin di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de derketin holê. 97 parlamenterên jin hatin hilbijartin û ji wan 32’an parlamenterên HDP'ê bûn. Piştî hilbijartinên Hezîrana 2015’an dîsa rêjeya parlamenterên jin kêm bû. Di hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an de 81 jin û di hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an de jî 103 parlamenterên jin hatin hilbijartin.
Îro rewş çi ye?
Di roja me ya îro de hejmara parlamenterên jin ên li meclisê kêm e. Di lîsteya heyama 27’an de tenê ji 600 parlamenteran 104 jin in. Dabeşkirina partiyan ya jin- mêr bi vî rengî ye: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji 56 parlamenteran 22 (ji sedî 39,29), Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji 285 parlamenteran 54 (ji sedî 18,95) , Partiya Gelan a Komarê (CHP) ji 130 parlamenteran 16 (ji sedî 11,94), Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ji 48 parlamenteran 4 (ji sedî 8,33) û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) jî 1 (25.00) parlamenterên jin hene.
Di wezaretan de rewş çi ye?
Li Tirkiyeyê ji 18 kursiyên wezîran tenê wezîreke jin heye; ew jî Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik e. Li aliyê din ji 5 partiyên siyasî yên ku di meclisê de ne 15 cîgirên serok hene. Di nava cîgirên serokên partiyan de jî ji HDP’ê Meral Daniş Beştaş û ji AKP’ê Ozlem Zengîn cih digre.
Bajarên ku qet parlamenterên jin dernexistin
Li gorî lêkolîna Komeleya Piştevaniya Namzedên Jin (KA.DER) di sala 2019’an de kir, 20 bajarên Tirkiyeyê di dîroka Komarê de qet parlamenterên jin dernexistine. Bajarên ku parlamenterên jin dernexistine wiha ne; Semsûr, Artvîn, Erdexan, Bayburt, Burdur, Erzincan, Gîresun, Gumuşhane, Karabuk, Karaman, Kilîs, Kirikkale, Kirklareli, Kirşehîr, Nevşehîr, Nîgde, Osmaniye, Rîze, Sînop, Yozgat.
Dane çi nîşan didin?
Li gorî daneyên nexşeya "Di Siyasetê de Jin 2021" a ku ji aliyê Yekîneyê Jinan a Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Navneteweyî ya Parlamentoyan ve hatiye amadekirin, Tirkiye di nav 188 welatan de di rêza 129'an de cih digre. Rapora Newekheviya Zayendî ya kûrewî ku ji sala 2006’an û vir ve her sal ji aliyê Forûma Aboriya Cîhanê ve ve tê amadekirin, der barê Tirkiyeyê de tiştek nabejê. Li gorî forumê, dibe ku 132 sal derbas bibin ku cîhan bigihîje wekheviya zayendî. Her wiha ev dema tên pêşbînîkirî dibe ku ji bo Tirkiyeyê hîn dirêjtir be. Li gorî raporê, Tirkiye di rêza newekheviyê de di rêza 124’an de ye. Her wiha di gihandina perwerdeyê de di rêza 101’ê de, di tenduristiyê de 99’an, di siyasetê de jî di rêza 112’an de ye û di beşdariya aboriyê de jî di rêza 134’an de cih girt.
Yên hilbijartî hatin hedefgirtin
Li welat zexten li dijî jinên hatine hilbijartin tu caran bi dawî nebûn. Aqlê mêr di êrîşên xwe yên bi pergalî de temsîliyeta di siyasetê de hedef girt. Bêtehemuliyê xwe wekî "zexta fezlekeyê” nîşan da. Bi sedan fezlekeyên hatin meclisê jî der barê wekîlên jin ên HDP'ê de hatin amadekirin. Hat xwestin ku parlamenteriya jinên hatine hilbijartin bên veguherdin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku parêzbendiya wê hat rakirin û hat girtin. parlamenteriya parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel jî hat betalkirin û niha di girtîgehê de ye.
Koma jinan a yekem
Di Meclisa ku temsîliyeta wekhev nayê pêkanîn de xebatên parlamenterên jin jî li ber çavan nehat girtin. Koma jinan a HDP'ê ya ku li dijî pergala baviksalar ê li meclisê û di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat avakirin, her dem weke mînak hat nîşandan. Parlamenterên ku mehê carekê wek koma jinan civîn pêk tînin, li hemberî kuştina jinan, qanûn û pirsgirêkên hevpar gotina jinan tînin meclisê. Li aliyê din, lêkolîn û pêşnûnameyên pirsê yên der barê jinan de tên dayîn di asta rekorê de ya parlamenterên jin ên HDP'ê ne. Lê belê bi sedan ji van pêşnûmeyên hatine dayîn ji aliyê rayedarên hikûmetê ve bêbersiv hatin hiştin.
Jin diyarker in
Hilbijartinên 14'ê Gulanê nêz dibin, jin careke din li riyên baştir û temsîliyeta têrker digerin. Hilbijêrên jin weke diyarkerên vê hilbijartinê tên dîtin. Tifaqa AK-MHP'ê ji bo xurtkirina polîtîkayên xwe yên li dijî jinan, dev ji xebatên xwe bernadin ji bo ji maseyên tifaqê re komên zêdetir marjînal bidin rûnistandin her tiştî dikin. Hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo ku careke din di hilbijartinê de bi ser bikevin, bi Partiya Refaha ji nû ve û HUDA-PAR’ê re li ser mafên jinan di nava bazariya hilbijartinê de ye. Mijara bazarê ya tifaqê ku bi van kiryaran destkeftiyên jinan hedef digre, jin û qanûna bi hejmara 6284 a Parastina Malbatê û Pêşîgirtina li Tundiya li Ser Jinan e. Ji ber vê yekê dengên hilbijêrên jin ji bo parastina destkeftiyên jinan û ji bo bidestxistina destkeftiyên nû girîng e.