‘Heya hikumeta înfazê ya Îslamî hilneweşe ez naçim dadgehê’

Xwendekara aktivîst ya girtî Sepideh Qalian diyar kir ku ew naçe dadgehê û got: “Komara Îslamî ya Îranê fermana înfazkirina şoreşgeran daye.”

Navenda Nûçeyan – Xwendekara aktivîst Sepideh Qalian a ku li girtigeha Evînê dimîne da diyarkir ku bi hinceta ‘heqaret li dewletê kiriye’ sevqî dadgeha şoreşê ya Tahranê hatiye kirin

Sepideh Qalian di peyama xwe de ku ji serokê dadgehê re şandiye wiha got: “Heya ku rejima înfazê ya îslamî li ser kar be û çalakvanên dilnizm yê Cheshamê rehine bin ez tevlî tu dadgehan nabim.”

Sepideh Qalian a ku balkişand piştî 4 seetan dubare hatiye girtin, rastî îşkenceyên giran yên fîzîkî hatiye, heqaret lê hatiye kirin û wê birine girtigeha Evînê.

 ‘Gefa destdirêjiyê li min xwarin’

Sepideh Qalian bal kişand ku bi tecavüze gef lê xarine û di berdevamiya peyama xwe de wiha dibêje: “Ez piştî ku 15 adarê serbest hatim berdan carekî din hatim girtin. Bi tecavüze gef l imin xwarin. Heya ku Hikûmeta Îslamî ya înfazê neye hilweşandin ez tevlî dadgehê nabim. Komara Îslamî ya Îranê fermana şoreşkeran îmze kiriye. Tu revabûna dadgehên bi qural û nîşanî nîne.”