‘Peymana 9’ê Cotmehê û komploya navnetewî ji hev ne qut in’

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şengalî û Şemê Remo Peymana 9’ê Cotmahê ya li ser Şengalê û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nirxandin û dan diyarkirin ku her du plan ji hev ne qut in.

BERÎVAN ÇIYA

Şengal – Nêzî sê sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Civaka Êzidî komploya 9’ê Cotmehê û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengal û Mexmûrê di navbera dewleta Tirk, hikûmeta Iraqê û PDK’ê ve hat îmzekirin ji hev cûda nabîne û li hemberî wê xwedî helwest in.

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo û Endama TAJÊ Ferîde Şengalî li ser komploya 9’ê Cotmehê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan axivîn û dan zanîn ku ewê tekoşîna xwe heta azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, bidomînin.

‘Di fermanê de şervanên Rêber Apo bi hawara me ve hatin’

Şemê Remo di destpêka axaftina xwe de li ser komploya 9’ê Cotmehê axivî û wiha got: “Em wekî jinên Êzidî û civaka Êzidî xwe deyindarê Rêber Apo dibînin. Ji ber ku di dema Fermanê de şervanên Rêber Apo bi hewara me ve hatin. Komploya 9’ê Cotmehê û peymana 9’ê Cotmehê ji hev ne qut in. Ji bo wê jî bi salhatina roja komployê êrîşî Rojava, Şengal û her cihekî ku fikrê Rêber Apo lê bihêze dikin. Bi wan êrişan fikir û felsefeya Rêber Apo hedef digrin. Lê bi salan e ku ev fikir belav bûye û çi kirin jî nikarin tune bikin. Rêber Apo ger ku rojekê bi çavekî û nerînekî şexsî nêzî xwe biba dibû ku îroj ne di nava tecrîdê de ba ya. Lê Rêber Apo gerdonî ye, bi hemû azadî xwazan û bindestan difikire û li zindana Îmraliyê li ber xwe dide.”

‘Tekoşîna me ta azadiyê ye’

Şemê Remo bal kişand ser êşa ku jina Êzidî kişandiye û da zanîn ku tekoşînek mezin pêwîste û wiha pêde çû: “Civaka herî zêde û jina ku herî zêde êş kişandiye Êzidî ye. Pêwîste herkes vê baş bizanibe û li gor wê bikevin nava tekoşînê. Em şehîdan jî bidin û bedelên giran jî bidin emê tekoşîna xwe dewam bikin. Em bi şehîdên xwe serbilind in û heta ku em Rêberê xwe fîzîkî Azad nekin em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Doza dijminan ku dixwazin fikrê Rêber nekeve nava gelan de têk diçe. Em jî dibêjin ku em dev ji tekoşîn û berxwedana xwe bernadin.”

‘Nagîhan dibû pirtûka jiyana dayikan’

Şemê Remo di nav axaftina xwe de Nagîhan Akarsel a 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmanî ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin jî bibîr anî û got: “Em wekî jin û keçên Êzîdî bi şehadeta heval Nagîhan xemgîn bûn. Ji ber ku  me nas dikir û wê kedek pir mezin da me. Li gel her dayikekê ku rûdinişt dixwest ku ew dayik jiyana xwe êşa xwe û her tiştî pêre parve bike. Pir lêkolîn li ser jinê Êzidî kir. Hewldanên xilaskirina jina Êzidî ji fermanan û tunebûnê dikir. Li Şengal berxwedaniyek bêhempa da meşandin.”

‘Yên ku piştgiriyê didin êrîşên li ser Şengalê, êrîşî jin dikin’

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina Nagîhan Akarsel û girtina Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî û wiha berdevam kir: “Mixabin îro çawa keçeke Kurd li Silêmaniyê tê qetilkirin. Jinekî xwedî zanist û famkirinek mezin, jinekî ku dixwest dîroka xwe nas bike. Mixabin li ber deriyê malê ew qetilkirin. Em wê qetilkirinê şermezar dikin. Em wê qetilkirinê wekî dijminê koka Kurdbûnê dibînin. Ji ber ku zanistekî jin di Silêmaniyê de dida meşandin hate hedef girtin. Mixabin çawa ku li Şengal destekê didin dewleta Tirk ku pêşengên me şehîd dixin li wir jî destek dan dewleta Tirk û heval Nagîhan qetilkirin.

Li aliyek din jina Kurd Werîşe Mûradî li rojhilatê Kurdistanê  ji aliyê dewleta Îranê ve tê girtin û ti agahî jê nine. Em bang li hemû jinên Êzidî û bi taybet yê Şengalê dikin ku ji bo azadiya Werîşe Mûradî rabin ser piyan û çi ji destê me were ji bo azadiya wê emê bikin. Her jinek li ku deverê berxwedaniyê bike pêwîste hemû jin piştgiriya wê bikin. Em hêviya azadiyê ji heval Werîşe Mûradî re dixwazin.”

‘Agahî ji Rêber Abdulah Ocalan ne girtin xeterî ye’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî jî da zanîn ku agahiya ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nayê girtin û ev jî xeterî bi xwe re tîne û wiha nêrînê xwe anî ser ziman: “Ev sê sal e ku agahiyek ji Rêberê me nayê girtin, ji ber qedexeyan ne parezer ne jî malbat nikarin biçin serdanê. Ev jî xeteriyê bixwere tîne. Em wekî civaka Êzidî, Suryan, Kurd û hemû netewên azadîxwaz li hêviya agahiyekê ne ku ji Rêberê me were. Ji bo wê jî em bang dikin ku herkes rabe ser piyan û bikeve nava hewldanan, ji ber ku heta agahiyek ji Rêberê me neyê wê xeterî li ser me hemûyan hebe.

‘Tevgerekî dagirkeriyê ya nû heye’

Ferîde Şengalî da zanîn ku hevdîtinên ku hatin kirin hemû planên nû li ser Başûrê Kurdistan, Rojava û Şengal  hatine kirin û wiha rêz kir: “Niha xeterî li ser hemû gelan heye. Tevgerekî dagirkeriyê ya nû heye. Hakan Fîdan hate başûr û Îraqê, hevdîtinên cûda kir. hemû hevdîtin jî li ser dagirkirina başûrê Kurdistanê, Rojava û Şengalê bû. Piştî hatina Hakan Fîdan ya Îraqê, ji her milî de zextên li ser Îraqê zêde bûn. Ji bo wê jî pêwîste sekin û bertekekî bihêz ji aliyê giştî civaka Îraqê hebe. Ev hevdîtin xeteriyê bixwere tîne. Ji ber ku hevdîtin ji aliyê dewletan ve erênî hatin dîtin. PDK’ ê fermî piştgiriyê -dide Tirkiyê. Ev jî xeteriya li ser Şengal diyar dike. Başûrê Kurdistanê hatiye dagirkirin. Başûrê Kurdistanê bûye weke herêmeke Tirkiyê tenê navê PDK’ê heye.”

Banga têkoşînê: Dem dema berxwedanê ye

Ferîde Şengalî di dawiya axaftina xwe de wiha bang li gelan kir: “Pêwîste gel rabin ser xwe, ger bertek xurt dernekeve dê êrişên li ser her derê zêdetir bibe. Ev dem dema berxwedan û tekoşînê ye, ne dema rehetiyê ye. ji bo wê jî pêwîste hemû milet rabin serhildanan.”