Pêşnûnameya Îmraliyê ya ji du pirsan pêk tê pêşkêşî meclisê hat kirin

Parlamenterên HEDEP’ê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina Girava Îmraliyê ku xetereya erdhejê li ser heye, pêşnûnameyek ku ji pirsan pêk tê pêşkêşî meclisê kirin.

Navenda Nûçeyan- Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Newroz Uysal Aslan, Bêrîtan Guneş, Sumeyye Boz, Cengîz Çîçek û Omer Ocalan ji bo piştî erdheja li Gemlîkê agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê girtin were girtin, pêşnûmepirsek pêşkêşî meclisê kirin.

‘Erdhêjê di nava civakê de rê li ber fikarên mezin vekir’

Di pêşnûmeyê de wiha hat gotin: “Ji ber erdheja li Gemlîkê xisara li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê nayê zanîn û tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din nayê girtin. Ev yek jî rê li ber fikaran vedike. Birêz Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên girtin ku ev girav li ser xeta fayê ye. Piştî erdheja li Gemlîkê, qala erdheja mezin a Marmarayê tê kirin. Vê yekê jî di nava civakê de rê li ber fikarên mezin vekiriye.”

Di pêşnûnameyê de hat xwestin ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî van pirsan bibersivînin.

"* Piştî erdheja Gemlîkê li Girtîgeha Îmraliyê tu xesar çêbûye yan na?

* Di serî de daxuyaniyên Şaxa Marmarayê ya Odeya Endezyarên Jeolojiyê, zanyar li benda Erdheja Mezin a Marmarayê ne û balê dikşînin ser tsûnamiyê. Wisa texmîn dikin ku dê di vê erdhejê de hilweşîneke mezin çêbibe û ji ber tsûnamiyê gelek dever di bin avê de bimînin. Yek ji wan cihan jî Girava Îmraliyê ye. Gelo ji bo girtina Girava Îmraliyê tu amadekarî hene yan na? Heke hebin, ev amadekarî di çi astê de ne?”