Di navenda çalakiyên 'Kampanyaya 16 Rojan’ de jinên Xezayê hene’

Di çarçoveya “Kampanyaya 16 Rojan" a li dijî tundiya li ser jinan hat destpêkirin de, di çalakiyên li welatên cur be cur ên cîhanê tên lidarxistin de, bal hat kişandin ser binpêkirinên li dijî jinên Xezayê yên ji ber êrîşên Îsraîlê dijîn.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin. Gelek saziyan ji bo jin û zarokên li Zîvala Xezayê di bin êrîşan de kampanyayên alîkariyê dan destpêkirin, ji bo êşên ku gel dikşîne ji hemû cîhanê re ragihînin jî gelek çalakî li dar xistin.

Hinek sazî û însiyatîf, bi gihandina alîkariyên ji bo Filistînê kom kirine, ji bo rasterast piştgirî bidin ketin nava liv û tevgerê. Gelek sazî jî bi Yekitiya Jinên Filistînî yên li Misrê re hevkarî kirin û tiştên li Zîvala Xezayê tên jiyîn anîn rojevê û tiştên diqewimin bi raya giştî re parve kirin. Her wiha ji bo jinên Filistînî yên li Misirê û yên ji Xezayê hatine jî piştgiriya derûnî hat dayîn.

Jinên Xezayê kirin navenda çalakiyên xwe

Koordînatora Bernameya Weqfa Jinan a Nû Lamîa Lutfî, der barê xebatên xwe de wiha axivî: “Îsraîlê bi hedefgirtina mal, tesîs, nexweşxane û gelek qadên jiyanê yên Zîvala Xezayê, êrîş pêk anî. Mirov ji ber êrîşan koçber bûn. Êrîş bûn sedem ku bi hezaran jin êşên giran bikşînin. Ji bo jinên hevjîn, zarok, mal û qadên jiyanê winda kirine pêkneanîna pêwîstiyên bingehîn, bû sedema bandorên derûnî çêbûn. Di çarçoveya “Kampanyaya 16 Rojan” de têkoşîna li dijî tundiyê kir armanca xwe ya ewil. Ji ber ku jinên Filistînî li hemberî tiştên kişandine gelek êşên giran kişandin. Ev jî nîşan dide ku ji bo pêşîgirtina şer, pêwîstî bi hevgirtina hemû beşên civakê heye.”

'Karesetek mezin a mirovî dest pê kir'

Lamîa Lutfî, bal kişand ser rêgezên mafên mirovan ên navneteweyî û got ku li gorî berjewendiyan ji bo bikaranîna cihan diguhere û wiha got: “Em vê nêzîkatiyê red dikin. Ji ber êrîşan bi hezaran kes neçar man koçber bibin, pêkanînên dijmirovî pêk hatin û karesateke mirovî ya mezin dest pê kir. Em wek Weqfa Jinan a Nû di çarçoveya “Kampanyaya 16 Rojên” de hema bibêje her roj li ser rewşa Filistînê xebitîn. Ne tenê li Xezayê li seranserê Filîstinê binpêkirin hene. Tenduristî, piştgiriya ji bo jinan, ketina alîkariyan û ji bo rawestandina şer lidarxistina çalakiyên bi bandor mijarên pêwîstî bi piştgiriya kolektîf heye ne. Gelek sazî ji bo di asta navneteweyî de guhertinê biafirînin xebitin.”

Bal kişandin ser binpêkirinan

Endama Însiyatîfa Super, Aya Abdel Hamid jî diyar kir ku pirsgirêka Filistînê tu carî bi dawî nebûye û wiha got: “Îsal di çarçoveya çalakiyên Kampanyaya 16 rojan de li dijî tundiyê gelek daxuyanî hatin dayîn.  Me wek însiyatîf kampanyayek bi sernavê 'Êrîş nikare pêşiya jinbûna wan bigre’ da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de me behsa pêdiviyên taybet ên jinên Xezayê kir. Alîkariyên hatine kirin jî bi riya hinek hevkaran hatin komkirin û şandin. Me bi gelek saziyan re hevkarî kir û ji bo belavkirina çîpên elektronîk ya ji gelê Xezayê xebitîn. Her wiha me kampanyaya bi navê 'Ew Mijar, Ew Pirsgirêk' jî da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de me bal kişand ser binpêkirinên dijmirovî û standartên cot ên tên pêkanîn.”