Pêşengên têkoşîna jinê li Dêrezor û Lubnanê hatin bibîr anîn

Şêniyên kantona Dêrazorê û Kongra Star a Lubnanê pêşengên têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di Komkujiya Yekemîn a Parîsê de hatin qetilkirin bibîr anîn.

Navenda Nûçeyan – Pêşengên têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Dêrezorê û Lubnanê hatin bibîr anîn.

Dêrezor

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Sor, herêma Seba Kîlo û bajarokê Kîsra yên rojavayê Dêrazorê çalakî li dar xistin. Li Kîsrayê rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Sena Remedan bi beşdariya endamên meclisê û meclisên xwecih li ser jiyana hersê şehîdan û têkoşîna wan axivî.

Her wiha, rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Sebah El Ebdullah got: “Sedema pêşîn a hedefgirtina Sakîne Cansiz ji aliyê dewleta Tirk ve ji ber ku ew jin e, paşê ji ber ku ew Kurd e û fikrê Rêber Abdullah Ocalan dişopand. Wê tevî zehmetiyên li zîndadan dîsa jî rêya azadiyê li ber jinan xêz kir û bû nimûne.”

Paşê li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz sînevîzyonek hat pêşandan.

Li bajarokê Sor ê rojavayê Dêrazorê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li hola ciwanan civînek li dar xist, tê de bi dehan şêniyên bajarok û endamên meclisa sivîl beşdar bûn.

Di civînê de di şexsê Sakîne Cansiz û hevrêyên wê de hemû pakrewanên azadiyê hatin bibîranîn.

Li herêma Seba Kîlo hersê pêşengên jin bi panelekê li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê hatin bibîranîn.

Rêvebera meclisê Xîtam El Hisên diyar kir ku şehîdan ji bo azadiya jinan xwe feda kir û soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê heta têkbirina dagirkeriya Tirk û rizgarkirina deverên dagirkirî da.

Lubnan

Di heman çarçoveyê de, Kongra Star a Lubnanê bi paneleke berfireh Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan hat dayîn.

Di panelê de sînevîzyonek li ser jiyana Sakîne Cansiz hat pêşandan.