'Komkujiyên Parîsê bi sedemên netewperest û zayendperest hat pêkanîn’

Parlamenter Ceylan Akça, bal kişand ku 1'emîn Komkujiya Parîsê ku tevî 11 sal li ser derbas bû nehat ronîkirin, bi sedemên netewperest û zayendperest pêk hat û got: "Jinên Kurd li her qadên jiyanê têkoşîna xwe didomînin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Ji siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di dîroka 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin. Li ser vê komkujiyê re 11 sal derbas bû, lê hêzên li pişt komkujiyê hêj jî di tariyê de ne. Ji bo eşkerekirina hêzên li pişt qetlîamên li dijî jinên Kurd tên meşandin jî têkoşîna jinan didome.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ya Amedê Ceylan Akça û Endama PM’ê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gugerçîn Aras, der barê hedefgirtina siyasetmedarên jin ên Kurd de nirxandin kirin.

‘Jinan feraseta kedxwar ditirsîn e’

Ceylan Akça, balkişand komkujiyên Parîsê bi sedemên netewperest û zayendperest hatine pêkanîn û da zanîn dewletên kedxwar hem ji îrade û hem jî ji hebûna jinê ditirsin û ji ber vê yekê serî li vê rêbazê dide. Ceylan Akça, wiha got: “Jinên ku hem çand, hem ziman û hem jî dîrokek tevahî di hundirê de didin jiyîn, gelekî feraseta kedxwariyê ditirsînin. Em dikarin heman rewşê ji bo Sêvê, Pakîze û Fatma yên di sala 2016’an de hatin qetilkirin jî bibêjin. Ev pergala ku bedena jinê û îradeya jinê hedef digre, bi salane vê polîtîkayê pêktîne. Em dikarin heman tiştan ji bo Nagîhan Akarsel û Hevrîn Xelef ên hatin qetilkirin jî bibêjin.”

'Kiryarên êrîşan ne tenê Tirkiyeyê’

Ceylan Akça, destnîşan kir bi êrîşan re hedef girtina jinan ne tesaduf e û da zanîn  dewlet bi van rêbazan re hewl dide tirsa xwe derbas bike. Ceylan Akça, destnîşan kir di êrîşên pêktên de kiryar ne tenê dewleta Tirk e û diyar kir dewletên Ewropayê jî di nava kesên rê û îmkanên ji komkujiyan re peyda dikin de ye. Ceylan Akça ev nirxandinan kir:

“Fransa di komkujiya ku sala 2013’an pêkhat de tu berpirsyartiyek ku dikeve li ser milê wî bi cih neanî. Bi Tirkiyeyê re hem têkiliyên xwe û hem jî bazirganiya çekan berdewam kir. Tirkiye bi çekên ku ji dewletên Ewropayê digre re qetilkirina gelê Kurd berdewam dike. Ji ber vê yekê kiryarên van êrîşan ne tenê Tirkiye ye, kiryarên dewletên Ewropayê ye ku dibêjin em alîgirê demokrasî û mafên mirovan in.”

'Jinên Kurd di her qadê de pêşeng in'

Ceylan Akça, da zanîn jinên Kurd hêza guhertinê ne û pêşengiya tevgerên jinan ên li cîhanê jî dikin û diyar kir dewletan vê hêzê wek xeteriyek dibînin. Ceylan Akça, destnîşan kir ji bo astengkirina hişyarbûna hişmendiyê û berdewambûna têkoşînê, êrîşên bi vî rengî li her qadê didomin û wiha got: "Ji bilî têkoşînê tu rêyek din nîne.”

Ceylan Akça, gotinên rojnamevan, nivîskar û akademîsyen Nagîhan Akarsel a hate qetilkirin ku di hevpeyvînek xwe de vegotibû, “Di rastiyê de bibîranîna vê dîrok û paşerojê û bibîranîna van çêkerên ku jinên Kurd avakirin e, şêwazek xweparastinê ye” bi bîr xist û wiha got:

“Di pêvajoyekî ku dewlet hewl dide me bihelîne de, têkoşîna ji bo hebûnê pir girîng e. Mînak Nagîhan vê yekê di warê nivîsandinê de, Sêvê, Pakîze û Fatma di qada siyasetê de dikirin. Sakîne, Fîdan û Leyla bi awayekî giştî wekî gewdeyek hemû çiqilên darê kom dikir, xebat dimeşandin. Jinên Kurd îro di her qada jiyanê de ne û têdikoşin. Îro di hemû qadên têkoşînê yên cîhanê de pêşeng in. Ji tirsê re cih nîne, yekane tişta em dikirin bikin têkoşîn e. Qet niyeta me tuneye ku em tune bibin, em ê her tim têbikoşîn û li vir bin.”

'Em ê dev ji van dozan bernedin'

Endama PM'ê ya DBP'ê Gugercîn Aras jî, diyar kir îsal dîsa bi armanca şermezarkirina komkojiyê di 9'ê Çileyê de li qadan bin. Gugerçîn Aras, destnîşan kir êrîşa li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêkhat, êrîşek plankirî ya li dijî aştiyê ye û wiha got:

“Jinên Kurd ên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên aştiyane tevdigerin, bi awayekî plankirî hatin hedef girtin. Ji ber ku em wek jin dizanin zelalkvan cînayetên plankirî dikare rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û aştiyane jî veke, divê baş be zanin em ê heta cînayet bên zelalkirin dev ji van dozan bernedin û hesab bipirsin. Ji ber ku em dizanin encax dema tarîtî derkeve ronahiyê, bi rastiyan dikarin bigihîjin heqîqetê. Em wek jin ji bo bigihîjin heqîqetê hemû rê û rêbazê biceribînin. Em di şexsê jinên hatin qetilkirin de, bi baweriya xwe ya ku em dikarin hemû barîkatên li ber ava diherike hatine danîn ji holê rakin, soz didin.”

Gugercîn Aras, destnîşan kir heta li axan aştiyek bi rûmet pêk were ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û wiha got: "Ji ber vê yekê em ê îsal jî ji bo hesaba jinên hatin qetilkirin bipirsin, di 9'ê Çileyê de li qadan bin."