Perwerde ji bo jinên Êzidî bûye şaxeke bingehîn a jiyanê

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Akademiya Şehîd Binevş Egal dewreyeke nû ya bi Navê Şehîd Sema vekir. Endamên dewreyê hest û nêrînên xwe yên der barê dewreyê de anîn ziman û gotin ku perwerde ji bo xweparastina ji fermanan riya yekane ye.

HÊVÎDAR ÊZDÎXAN

Şengal-Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) her diçe, ji bo jinên Şengalê pergala xwe ya perwerde û rêxistinbûnê xurt dike. Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jinên Êzidî ji bo xwe û civaka xwe ji her cure êrîşan biparêzin tevgera xwe ava kirin. Di bin sîwana wê tevgerê de îro li Şengalê bi hezaran jin hatine perwerdekirin û ji bo jiyana gelek jinan jî rûpelên nû yên bê ferman, bê tundî û bê zext vebûne. Jinên ku vê hêza tevgera xwe dibînin hinek ji wan ji bo cara yekem hinek jî ji bo cara duyem berê xwe didin akademiya Şehîd Binevş Egal û ji bo kesayeteke bi hêztir û azad xwe û hevalên xwe perwerde dikin.

Vê carê jî li akademiya Şehîd Binevş Egal dewreyeke nû ya bi navê Şehîd Sema ya ji 12 kesan pêk tê vekir. Dewreya girtî ya jinan wê 10 rojan berdewam bike. Di vê dewreyê de ji gelek gundan endamên jin ên meclisa giştî û xweser her wiha ji gelek saziyan mamoste beşdar bûn.

‘Dema em bixwazin tiştek bikin tu hêz nikare bibe asteng’

Endamên dewreyê Sosin Seydo ya ku di çand û Hunera Sitiya Nexşan de cihê xwe digre diyar kir ku weke keçên ciwan ew tenê di wê nêrînê de ne ku bi riya perwerdeyan dikarin xwe ji fermanan biparêzin û bi van gotinan bang li jinan kir: “Cara yekem e ez cihê xwe di perwerdeyeke wiha de digrim. Li vir ez ketim ferqê ku dema em bixwazin tu hêz nikare li pêşiya me bibe asteng. Ji bo wê em bang dikin ku hemû jin xwe perwerde bikin. Ji ber ku bi perwerdeyan em çanda xwe ji kûrahî ve dikarin nas bikin û biparêzin her wiha em bi vê rêbazê dikarin xwe ji fermanan biparêzin. Pêdiviya me jinên Êzidî bi perwerdeyên di her warî de heye.”

‘Divê herî zêde ciwan beşdar bibin’

Evîn Simayîl a ku cara yekem e beşdarî akademiyê bûye bi van hevokan hestên xwe anî ziman: “Ez jî ji meclisa gundê Dohla beşdarî vê dewreyê bûm. Min di vê perwerdeyê de di gelek waran de xwe perwerde kir. Me dersa Êzidayetî, rastiya rêbertî, wateya perwerdeyê, Netewa Demokratîk, jin û malbatê, şerê taybet û şerê gelê şoreşgerî dît. Ev perwerde tev jî ji bo tevahî civaka me pêwêst in ji bo wê jî ez bang li jinan dikim ku beşdarî van perwerdeyan bibin. Bi taybetî divê ciwanên me beşdar bibin ji bo bikaribin çanda xwe nas bikin û çanda welatparêziyê bi xwe re bihêztir bikin.”