Li ser erdhejê 5 meh borî: Ava vexwarinê nîne

Bi germbûna hewayê re li herêma erdhejê pirsgirêk zêde dibin, mexdûrên erdhejê hê jî ji ava vexwarinê bêpar in. Ava şebekeyê ya ku gelê Semsûrê neçar maye vexwe jî nexweşiyan belav dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li Semsûra ku di erdhejên 6’ê Sibatê navenda wan Mereş de li Tirkiye û Kurdistanê de zirareke mezin dît, tevî ku 5 meh derbas bûne jî pêwîstiyên bingehîn ên mexdûrên erdhejê hê jî nehatine pêkanîn. Welatiyên ku bi germbûna hewayê re nikarin di konan de bimînin, di nava rojê de li cihekî ku siya daran hebe ji bo hênik xwe hênik bikin digerin. Ji ber ku ava şebekeyê jî qirêj e ava vexwarinê bi dest nakeve. Ji ber ku lûleyên ava şebekeyê teqiyane av qirêj bûye û nayê vexwarin. Welatî pêdiviya ava vexwarinê bi şûşeyên ava 10 lîtreyî yên ku keya belav dikin, pêk tînin. Li gundên ku ava vexwarinê nayê belavkirin welatî neçar dimînin ava bîran bi kar bînin. Gelek welatî ku ji ber peydanekirina ava vexwarinê, ava şebekeyê vedixwin jî îshal dibin û êşa zik dikşînin.

Ava şebekeyê nexweşiyan çêdike

Piştî erdhejê xebatên li cihê avê 5 meh paşê dest pê kirin. Şaredariya Semsûrê bi parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku dest bi çêkirina lûleyên şebekeyê kirine, gelê Semsûrê dîsa jî neçar tê hiştin ku ava şebekeyê ya şêlû bi kar bîne.

Jinên mexdûrên erdhejê yên ku me der barê mijarê de bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku firaqên xwe bi ava kanî yan jî depoyê dişûn û dema ku ava vexwarinê peyda nakin neçar dimînin ava şebekeyê bi kar bînin. Naîle Uluca ya ku li Taxa Sûmerevlerê ya navenda bajêr dijî, anî ziman ku ji 4 muslixên mala wan tenê ji yekê av tê. Naîle Uluca diyar kir ku dema diçe cihên ava vexwarinê lê tê belavkirin, ji ber ku extiyar e nikare di rêzê de bisekine, neçar dimîne ava şebekeyê bi kar bîne û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ava me şêlû ye lê em mecbûr bi kar tînin. Em hem ji bo xwarinê hem jî ji bo vexwarinê bi kar tînin. Ji ber ku em ava şebekeyê vedixwin, zarokên me hemû îshal bûn. Ne tenê ez bi sedan mirovên ku weke min mexdûr bûne hene. Ez ditirsim lê tirsa min feyde nake. Ez tî dibim, neçar dimînim vexwim. Bila di zûtirîn demê de avê paqij bikin. Mirov li vir perîşan bûn. Di vê germê de rewş zêdetir xerab bûye.”

'Em ava bîrê ya bi herî bi kar tînin'

Fatma Cengîz a li Gundê Şêxlerê yê navenda bajêr dijî jî diyar kir ku ji ber li gundê xwe avê nabînin, ava bîrê bi kar tînin û ev av jî wek heriyê diherike. Fatma Cengîz, da zanîn ku îmkana gundiyan tune ye ji bo ava vexwarinê biçin navenda bajêr û wiha axivî: “Ava me tune ye, di erdhejê de xaniyê me hilweşiya her wiha mûslixa wan jî tune ye. Du şûşeyên 5 lître ava ku keya belav dikin têra me nake. Ma ez vê avê ji bo xwarinê bi kar bînim an ji bo vexwarinê? Ji ber ku têr nake em neçar dimînin herin ji marketê avê bikirin. Lê ji ber ku em li gund dimînin her dem hemû kes nikarin herin navenda bajêr û avê bikirin. Li gundê me ava bîrê heye lê qirêj e. Dema em bi vê serê xwe dişûn, bêhna heriyê ji me tê, ji derveyî vê gelek pirsgirekên me hene. Ne şaredarî û ne jî tu kes rewşa me napirse, nabêjin em rewşa vê avê çareser bikin. Em ji piştî erdhejê û vir ve gelekî perîşan in. Ji ber erdhejê em gelekî xirab bûn. Ji ber ku em neçar dimînin ava bîrê bi kar tînin."