DMME: Dema Îddetê cihêkariya zayendî ye

DMME, hikumkir ku li Tirkiye şertê pêkanîna zagonî ji bo jinan dema 300 rojan ya Îddetê derbas bibe dibe ‘Raste rast cihêkariya zeyendî.’

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Mafê mirovan a Evrûpa (DMME) hikum kir ku li Tirkiye jinên hevberdane ji bo cardin bi zewicin dema îddet ya 300 rojan cihêkariye.

DMME diyarkir ku Nurcan Bayraktar doza ku li Tirkiye vekiriye biryar da. Di biryarê de hat diyarkirin ku dema îddetê peymana Dadgeha Mafê Mirovan binpê dike.

‘Rêzdariya ji bo jiyana taybet tê binpê kirin’

Biryar bi piraniya dengan hate girtin, cih hat dayîna di pêkanîna AÎHS derbarê ‘Rêzdariya ji jiyana taybet’ re madeya 8 a hatî rek û pêkirin û madeya 14 ya qedexekirina cihêkariyê binpê dikin. DMME biryar da ku jin piştî hevberdanê dema bendêmana 300 rojan ya îddetê û ji bo ev dem were kêmkirin ji bo îsbatkirina ku ne dû caniye daxwaza belgeya tibê dikin, mafdar nebînin, kesê doz divekin rêzdariya mafê jiyana taybet binpê dike.  

 DMME da zanîn ku ev pêkanîn tê wateya raste rast ya cihêkariya zayendê. Bi armanca nizani bavê zarokê kiye pêşî lê bigrin tedbîra ku girtine biryar dan ku ev yek mafdariya cihêkariyê nade nişandan. DMME di biryara pêşî de daxwaz kirin ku alî biryar bidin ji bo wê jî 3 meh dem dan. 

Dema Îddetê çiye?

Li Tirkiye zagon ji bo jinên ku ji bo ji derveyî hevjînê xwe ê berê bi zewice piştî hevberdanê divê 300 rojan ne zewice. Ew jinên ku naxwazin bimînin benda vê demê, ji bo ku dûcanî nebûna xwe îspat bikin testên tibî pêwîst dike. Di navendên tendirûstiyê de jinên ku ji destên xwe tên mohr kirin, bi vê mohrê kar û barên xwe dikin û belge digrin, piştî ku belge girtin dikarin bizewicin.