'Pêngava azadiya Ocalan parastina hebûn nasname û dîrokê ye'

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KJAR’ê Liyan Şînda der barê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de axivî û got: “Pêngava azadiya Ocalan parastina hebûn nasname û dîrokê ye'

RONÎDA HACÎ

Navenda Nûçeyan- Di 10’ê Cotmeha 2023’an de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku li Ewropayê ji aliyê kesên rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û fîlozof ve hatibû destpêkirin berdevam dike. Ji bo pêngava ku ket qonaxa duyemîn li gelek welatên cîhanê û Kurdistanê belav bû çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KJAR’ê Liyan Şînda der barê pêngavê de ji ajansa me re nirxandin kir û diyar kir ku ev pêngav pêgava hebûn û tunebûnê ye ji ber vê jî divê her kes di vê pêngavê de hebûna xwe biparêze û xwedî li fikir û ramanên Abdullah Ocalan derkeve.

‘Xwedîderketina li pêngavê xwedîderketina li çaranûsa gelan e’

Endama Komîteya Perwerdeyê a KJAR’ê Liyan Şînda da zanîn ku gelê Kurd di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibe û wiha got: “Em di pêvajoyeke pir girîng de derbas dibin ev pêvajo bi taybetî ji bo gelê Kurd û Kurdistanê çaranûsa gelan e. Di 10’ê Cotmeha 2023’an de pêngava ku ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin di qonaxa xwe ya duyemîn de berdewam dike. Hemû gelên ji çar aliyên cîhanê bi xwedîderketinek pir mezin ji nivîskaran bigre heya filozof, hiqûqnas, gelên azadîxwaz û gelên ku li hemberî sîstema dagirker û kapîtalîst derdikevin tevli vê pêngavê bûn, fikir û felsefeya Rêbar Apo diparêzin û weke pêşeroj û pergala xwe ya jiyanê ya azadiya xwe dibînin. Ev pêngava ku ji serokatî re azadî û ji gelê Kurdistanê re statu dixwaze, 9 heyvan li dû xwe hişt û xwedîderketinek pir mezin jê re çêbû. Heya astekê çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin, berxwedan ji aliyê jinan, ciwanan û hemû gelên azadîxwaz ve bi pêş ket.”

‘Rêbar Apo ji bo jinan pênaseya azadiyê ye’

Liyan Şînda di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêber Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn bi hebûn, nasname û dîrok bijî berdêl û tekoşînek mezin dide û wiha anî ziman: “Li Rojhilatê Kurdistanê heya astekê xwedîderketin li Rêber Apo çêbû lê têrê nake ji ber ku Rêber Apo bi taybetî ji bo jinan weke hebûn e, pênaseya azadî, xwebûn û hebûnê ye. Ger em di vê ferqê de bin ku hebûna xwe bi azadiya Rêber Apo ya fizîkî bibînin. Em dikarin bibêjin heya ku gelê Kurdistanê azadiya xwe bi dest nexe gelên din jî nikarin pergaleke wekhevî, demokrasî û aştiyê ava bikin. Ev jî bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye, ji bo wê ne tenê gelê Kurdistanê, hemû gelên Rojhilata Navîn divê li fîzîkî azadiya Rêber Apo xwedî derkevin û weke azadiya xwe bibînin. Ji ber ku Rêber apo hemû sîstemên 5 hezar salan analîz kir ji bo vê jî berdêlek pir mezin da 26 sal di hicreyekê de berxwedaniyek pir mezin dide meşandin. Ev berxwedan ji bo ku em bikaribin nefes bigrin û jiyana bi rûmet bijîn, nasname, hebûn û rengê me zindî be didome.”

‘Sedsala azadiya jinan bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye’

Liyan Şînda wiha axaftina xwe domand: “Paradîgmaya Rêber Apone tenê gelê Kurd hemû gelê cîhanê bi taybetî jinên cîhanê bûye weke nefes, hêvî û qonaxeke ku sedsal bibe sedsala azadiya jinan, di heman demê de sedsala azadiya gelê bindest ku bikaribin hebûna xwe azadiya xwe bi xweserî û wekhev bijîn. Her kes bi deng, ziman û rengê xwe bijî. divê hem mirin û jiyanê bînin gel hev, em çima dijîn? Tirsa ji mirinê hilweşînin. Împaratoriya tirsê hatiye rûxandin divê tirsa me ji bêhebûnî, bênasnamebûnî û bê dîrokbûnê hebe. Ji bo wê divê em asta têkoşînê bigihîjînin asta yekbûnê ku em bikarinin bigihîjin azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

‘Destê tenê deng jê nayê’

Liyan Şînda got ku di pêvajoya hesas de pêwistî bi yekitiya gelê Kurd heye û wiha domand: “Di cîhanê de sîstema desthilatdar êdî nayê meşandin. Jiyan bê nefes maye, ji bo ku em bikaribin jiyanê bi nefesek azad bijîn divê em li Rêbar Apo xwedî derkevin. Ji zarokan heya kal û pîran em destên xwe bidin destên hev û gavên serkeftinê bavêjin. Pêşiyên me dibêjin ‘destê tenê deng jê neyê.’ Em destê xwe bidin destên hev û azadiya xwe û Rêberê xwe bixwazin wê demê tu sîstem nikare li hemberî hêz û îradeya me bisekine. Ji bo gelê Îranê bi taybetî ger bixwazin bigihîjin azadiya xwe û gavên mezintir ber bi azadiyê ve bavêjin pêwist e fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe bikin bingeha jiyanê û bi hev re jiyana hevpar û wekhev bijîn û xwedî li pêngava heyî derkevin. Mesele ne gelê Kurd tenê ye, ev pêngav pêngava hebûn û tunebûnê ye. Divê her kes di vê pêngavê de hebûna xwe bi çand, exlaq, nasname û dîrokê biparêze xwedî li fikir û ramanên Rêber ocalan derkeve û ji bo azadiya wî ya fizîkî têbikoşe. Em bi hêvî ne ku gelê Rojhilat Kurdistanê  û Îranê bi hêzeke mezintir pêngavê di merheleya duyemîn de bibin serkeftinê.”

‘Dewleta Tirk bi hevkariya PDK başûrê Kurdistanê dorpêç kiriye’

Liyan Şînda bal kişand ser planên qirkirina li ser gelê Kurd bi hevkariya mala Berzanî tên kirin û got: “Em di pêvajoyeke pir xeter re derbas dibin weke gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn. 15 sal in li Rojhilata Navîn krîz heye ev krîz weke qazanê dikele û gelan dişewitîne ji bo wê bi taybetî weke gelê Kurd. Îro hevkariya mala Berzanî û dewleta Tirk bi hêza NATO’yê û hêzên hegemon êrîşek pir berfireh li ser gelê Kurd didin meşandin bi taybetî li başûrê Kurdistanê hatiye dorpêçkirin. Em vê baş dikarin zelal bikin mesle ne PKK ye mesele gelê Kurd e azadî, hebûn, welat û dîroka gelê Kurd e. Divê gelê me yê Başûr vê êrîşî bi vî şêwazî dest bigre ku ev êrîş li ser ziman, çand, dîrok û nasnameya gelê Kurd e û bêdeng nemîne ma heya kengê bêdengî?

Çareserî yekîti ye’

Gelê Başûr xwedî têkoşînek mezin e û di dîrokê de bedelên giran daye gelo ev bêdengiya piştî ewqas têkoşîn û berxwedaniyê çi ye? Nirxên ku we bi dest, xwîn û keda zarokên xwe bi dest xistin îro çawa dikarin teslîmî mala Berzanî bikin û bêdeng bin? Ger em nikaribû têbikoşin û nikarbin li wê rûmetê xwedî derkevin hebûna û jiyana me çi ye? Sibê pir dereng e ger me duh dengê xwe derxista wê îro nikaribana Başûrê Kurdistanê dorpêç bikira. Bangewaziya me ji bo gelê Başûr û hemû gelê Kurdistanê ku rê nedin mala Berzanî ku ked û nirxên ku bi têkoşîn û xwîna zarokên we hat bidestxistin pêşkêşî dewleta Tirk bike. Çareserî yekitî ye, ji bo ku em xwe ji zihniyeta Osmanî ya qirkirinê ku bi sedan salan e li ser civakê xwe bi qetîlaman didomîne biparêzin divê em bi yekitiya xwe asta têkoşînê bilind bikin.”

Banga yekbûna gelê Kurd

Liyan Şînda bang li Kurdan kir ku xwedî li pêşeroja zarokên xwe derkevin û bibin yek û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Welat welatê me ye dievê em Kurd li ser pêşeroja zarokên xwe bifkirin. Gelê Kurd li ku derê nefes digre divê yekbûna xwe çêke û li hemberî dagikeran bisekine. Ger îro bixwazin Başûr dagir bikin sibê wê Rojava be dusibê jî Roojhilat û Bakur be. Ji bo wê em xwedî li pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo derkevin û serkeftinê misoger bikin. Em xwedî îradeyek mezin in hêza me gelê me ye ji bo wê ev 50 sal em têkoşîn û berxwedanê didomînin. Dem dema xwedîderketinê li hebûnê ye.”