Rêxistina Mossawat: Pêwîst e siyaseta bêcezatiyê bi dawî bibe

Li Tûnisê belavbûna vîdyoyên êrîşên li dijî koçberên ji welatên başûrê Sahrayê, bûn sedema nîqaşan. Bi zêdebûna gotinên nefretê û rageşiya siyasî û civakî re careke din eşkere bû ku siyaset û civak di warê mafan de bi ezmûnek re rûbirû ne.

Tûnis – Rêxistina mafên jinan ”Mossawat” di daxuyaniya ku duh, parve kiribû de êrîşa hovane ya li dijî jineke koçber a ducanî ji welatên başûrê Sehrayê (Bejhahiyê) şermezar kir û ev êrîş wekî “sûcekî nijadperest” bi nav kir ku hêmanên herî bingehîn ên rûmeta mirovan binpê dike.

Ev helwest piştî vîdyoyên ku beşek ji êrîşê hatibû belgekirin û li ser medyaya dîjîtal belav bûn, hat ku bû sedema pêla şermezarkirinê ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve.

Rêxistina “Mossawat” ev bûyer ne bi tena serê xwe, wekî “encameke neçar” a zêdebûna gotinên nefretê û teşwîqkirinê ku di warên medya, siyasî û heta saziyên fermî de deng vedide, nirxand.

Rêxistinê bang li rayedarên Tûnisê kir ku dest bi lêpirsîneke lezgîn û zelal bikin da ku kesên têkildar û kesên êrîşê teşwîq kirine berpirsiyar werin girtin. Rêxistinê tekez kir ku pêwîst e siyaseta bêcezatiyê bi dawî bibe.

Divê li dijî cudakariyê seferberî xurttir bibe

Her wiha bang li hêzên demokratîk û sivîl kir ku seferberiyê li dijî cudakariyê xurttir bikin. Rêxistinê diyar kir ku divê Tûnis pabendî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan be, dûrî nêzîkatiyên teng ên ewlehiyê yan jî bûyîna parêzvanê sînorên mirovên din be.

Rewşa koçberên bêrêz an jî ne fermî yên ji welatên başûrê Sehrayê (Bejahiyê) li Tûnisê di salên dawî de guherînek radîkal derbas kiriye, ji ber ku welat ji cihekî transît an jî cihekî daîmî ji bo kar û xwendinê, bûye xaleke krîza siyasî û civakî ya bi aloz.
Destpêka sala 2023’an bû sedema xaleke werçerxê ya girîng, ji ber ku xîtaba fermî ya li ser koçberên derzagonî ber bi aloziyê ve çû, ji ber ku hebûna wan bi gefên demografîk û ewlehiyê ve girêdayî bû. Ev xîtab bû sedema rewşa neyînî û zêdebûna êrîşên devkî û fîzîkî li kolan û cihên kar.

Jîngeha dîjîtal û medyayî

Torên dîjîtal bi riya kampanyayên teşwîqkirin û heqaretê beşdarî “normalîzekirina” gotinên nefretê bûne. Cihê dîjîtal gelek caran ji bo belavkirina nûçeyên derew an jî şaş ên li ser koçberan tê bikaranîn û wan dike “berxwedêrên” krîzên aborî û civakî yên ku welat pê re rû bi rû dimîne. 

Tûnis ji bo xurtkirina kontrolên sînorên deryayî û pêşîgirtina li koçberiya derqanûnî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve di bin zexteke zêde de ye. 

Tûnis dikeve nava nakokiyên navneteweyî di warî parastina penaberan de

Vê dosyayê dubendiyek navxweyî çêkiriye; di demeke ku rayedar li ser nêzikatiyek ewlehiyê îsrar dikin de, rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî hişyarî dikin ku ev polîtîka koçberan ber bi riyên xeternaktir ve dibin û wan li hemberî îstîsmarê bê parastin dihêlin, Tûnisê di warê parastina penaberan de dikin rewşeke ku erkên xwe yên navneteweyî pêk neyne.

Pirsgirêka koçberan bûye ceribandinek ji bo şiyana civaka sivîl a Tûnisê ya parastina prensîbên mafên mirovan. Tevgereke berfireh a mafên mirovan “şerê wekheviyê” li dijî nijadperestiyê wekî beşek yekgirtî ya têkoşîna ji bo serweriya qanûnê dibine. Di heman demê de ev tevger bi dijwariyên girîng ên ji ber tevgera gelerî re rû bi rû ye retorîka “serweriya neteweyî” ji bo dijberiya hebûna biyanî dipejirîne.