Jinên Kobanê: Emê xweseriya YPJ’ê li Sûriyeyê mîsoger bikin
Jinên ji bajarê Kobanê li dijî siyaseta înkarkirinê ya li hember YPJ’ê gotin ku “Emê xweseriya YPJ’ê li Sûriyeyê mîsoger bikin. Em hebûna xwe di wan de dibînin, ew nûnertiya vîna me dikin û di sekna xwe de hemû jinên Rojavayê Kurdistanê nîşan didin.”
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di 4’ê Nîsana 2013’an de wek hêzeke taybet a parastina rewa ya jinên Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin. YPJ’ê pişt re rêxistinbûna xwe di asta Rojava de mezin kir û di nava xwe de jinên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û enternesyonal girt. Van jinan, wek hêzeke sereke û pêşeng di tevahî pêvajoyên şerên li Rojava de cih girt. Piştî ked û fedakariya 14 salan a YPJ’ê, niha di pêvajoya entegrasyona li gel hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, em dibînin ku ev hêz mîna hebûneke xweser nayê qebûlkirin û li dijî YPJ’ê hemleyeke teşhîr û înkarkirinê tê birêvebirin.
Li dijî neqebûlkirina YPJ’ê ya di asta Kurdistanê û derveyî welat de, jin bûn xwedî helwesten tund. Jinên ji bajarê Kobanê jî di heman astê de bertekên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘YPJ xwedî erk û berpirsyariyeke dîrokî ye’
Nesra Derwîş a ku dibêje “YPJ hebûn û tunebûna me ye” wateya YPJ’ê ya ji bo jinan wiha vegot: “YPJ tê wateya kombûna jinên pêşeng ên bi armanca parastina jinan û nirxên wê. Lewra jî ev hêz ji zarokên vî welatî ava bû ku di bin sîwanekê de têkoşîna erk û berpirsyariyeke dîrokî dikin. Girîngî û wateya avabûna YPJ’ê di 2014’an de ji bo hemû cîhanê diyar bû ku ji bo parastina gelê xwe canê xwe kirin mertal. Fermandar û şervanên wê ji bo ku jiyaneke bi rûmet ji civaka xwe re ava bikin fedekariyên pir mezin kirin, ji ber vê jî em dikarin bi kurtasî bêjin ku YPJ hebûn û tunebûna me ye.”
‘Li dijî hişmendiya serdest nasnameyeke nû heye’
Nesra li dijî helwesta hikûmeta demkî ev bertek nîşan da û diyar kir ku YPJ’ê li dijî hişmendiya serdest a heyî nasnameyeke ava kiriye û dikaribûye felsefeyeke jiyanê bimeşîne. Nesra anï ziman ku ji ber vê yekê, hikûmeta demkî jî ketiye nav metirsiyan û wiha domand: “Lewra jî em dibînin bi îsrar, hebûna vê hêzê înkar dike û naxwaze di pêşeroja Sûriyeyê de bibe xwedî hebûneke fermî. Bê guman ev jî xwe dispêre hişmendiya zayendperest a ku dewlet rêveberiya wê dike. ji bo vê jî weke jin û bi tayber weke dayîk, şervanên YPJ’ê keçên me ne û em jî dayîkên wan in. Emê li gel hev têkoşîneke hevpar bimeşînin û pêşeroja xwe xêz bikin.”
‘Ew sekin, felsefe û nasname ye’
Jina ciwan Îlham Hemê ragihand ku înkarkirina YPJ’ê tê wateya tunekirina vîna jin û wiha pê de çù: “Em li dijî siyaseta înkarkirina YPJ’ê ya ji aliyê hikûmetê ve bi pêş dikeve xwedî helwesteke pir tund in û em heta dawî jî napejirînin. Di vê çarçoveyê de ew ne tenê hêzeke leşkerî ya jinan înkar dikin, her wiha ev tê wateya înkarkirina hebûn û vîna me jinan jî. Şervanên YPJ’ê nabin wek tu hêz ango şervanên din. Ew xwedî sekin, felsefe û nasname ne.”
‘Emê bi her awayî tevlî têkoşînê bibin’
Îlham a ku teqez dike ku ew jî amade ye beşdarî nava YPJ’ê bibe, wiha dewam kir: “Weke jineke ciwan ez jî amede me ku tevlî vê hêzê bibim û ji bo mîsogeriya pêşeroja wê di Sûriyeyê bibim perçeyek vê ji têkoşînê. Bi wateyeke din em ji bo her şert û mercî amada ne ku hêza me hebûna xwe biparêze. Ji xwe xwîşeke min jî di nava YPJ’ê de ye, ev ji bo me rûmeta herî mezin e û em bi vê yekê pir serbilind in.”
‘Emê li hember înkarkirinê bê deng nemînin’
Cîhan Mustefa destnîşan kir ku ne razî ne YPJ’ê were fesixkirin û got: “Dema ku çavên me bi şervanên jin dikevin em hêzeke ne normal digrin û serbilindiyeke pir mezin xwe li me dipêçe. Em hebûna xwe di wan de dibînin, ew nûnertiya vîna me dikin û di sekna xwe de hemû jinên Rojavayê Kurdistanê nîşan didin. Piştî ewqas fedekarî ku di asta bi vîna xwe canê de xwe kirin bombe û di nava dijmin de xwe feda kirin, gelo wê kîjan jin razî bibe ku ev hêz ji holê bê rakirin?”
‘Emê xweseriya xwe di her qadê de biparêzin’
Cîhan Mustefa diyar kir ku divê Asayîşa Jin û YPJ’ê nasnameyên xwe yên cuda biparêzin û wiha bidawî kir: “Hikûmeta demkî pêşniyar dike ku YPJ di nava hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih bigre. Em vê yekê napejirînin. Bê guman heta dawî rêzdariya me ji Asayîşa Jin re heye ku ew jî xwedî nasnameyeke bi bandor e, lê weke hêz YPJ’ê xwedî hebûn û sekneke cuda ye. Lewra têkoşîn û xebata me ew bû ku hêza me ya parastina serbixwe û weke tê nasîn cihê xwe di wezareta parastinê de bigre.”