Pênc salên vegera Talîbanê û hesabên hêzên herêmî û navneteweyî - GOTAR

SENAA EL-ELÎ

Fêmkirina vegera Talîbanê, tenê bi xwezaya vê tevgerê yan jî bi lawazbûna dewleta Efganistanê nayê ravekirin. Divê Efganistan wekî herêmeke stratejîk di ser berjewendiyên Çîn, Rûsya, Îran, Pakistan û DYE'yê de were dîtin. Dema ku ji vê çarçoveyê ve lê tê nihêrîn, tê dîtin ku tiştên qewimîne, ne tenê wekî dawîhatina şerekî dirêj, wekî parçeyek ji nû ve belavbûna nifûsê dikare were şîrovekirin.

Berjewendiyên hêzên mezin

Ji ber van sedeman, dema ku em 20 salên hilweşandina tevgera Talîbanê ya di sala 2001’ê de dişopînin, dibînin ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li welat hebûneke leşkerî û siyasî ya girîng domand. Vê yekê ji bo Emerîkayê li nêzî herêmên ku Çîn, Rûsya û Îran wan ji aliyê “ewlehiya neteweyî” ve girîng dibînin, qadeke fireh a nifûsê peyda kir. Lê bi derbasbûna demê re, hesabên Emerîkayê guherîn. Li herêma Okyanûsa Hindî pêşbaziya bi Çînê re bû pêşbîniyek stratejîk û di heman demê de şerên dirêj ên li Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn bûn barekî siyasî û leşkerî.

Çîn û ewlehiya sînor

Çîn, Efganistanê ji aliyê cihê wê yê di projeya xwe ya aborî ya gerdûnî de û bi sînorên wê yên rojava ve dinirxîne. Efganistaneke aram dikare ji bo girêdana bi projeyên binesazî, enerjî û bazirganiyê yên Asyaya Navîn re derfeteke baş be. Her wiha Çîn, otorîteyeke navendî ku bikaribe axa Efganistanê kontrol bike û rê li ber derbasbûna tehdîdên ewlehiyê ber bi axa xwe ve bigre dixwaze. Lewma, desthilatdariya Talîbanê bêdil qebûl kir û ew “hebûneke siyasî ya ne li gorî lihevhatina îdeolojîk, li gorî taybetmendiyên pragmatîk” dît.

Rûsya û kêmkirina bandora Rojava

Moskova jî derketina DYE'yê ya ji Efganistanê wekî paşveçûna nifûsa Emerîkayê ya li herêmê dibîne. Efganistan di dîrokê de yek ji herêmên girîng a ji bo ewlehiya Rûsyayê bû. Her çiqas Rûsya ji komên tundrew ditirse jî hebûna hikûmeteke Efgan a bi Rojava ve ne girêdayî ye, dikare ji aliyê Moskovayê ve wekî derfeteke kêmkirina bandora Emerîkayê ya li nêzî Asyaya Navîn were dîtin û nirxandin.

Pakistan û berjewendiyên ewlehiyê

Lê belê Pakistan jî ji ber sînorê xwe yê dirêj û têkiliyên dîrokî yên bi aliyên cuda yên Efganistanê re, yek ji welatên ku herî zêde ji guherînên Efganistanê bi bandor bûye ye. Bi taybetî dema ku Pakistan, pêşbaziya xwe ya herêmî ya bi Hindistanê re girt ber çav, hikûmeteke Efgan a ne dijmin, wekî hêmanê ku dê ji berjewendiyên wê yên ewlehiyê re xizmet bike dît. Lê têkiliya Pakistanê bi Talîbanê re her dem tevlihev bû. Berjewendiyên hevpar nikaribûn nakokiyên ewlehî û siyasî ji holê rakin.

Îran û nêrîna pragmatîk

Îranê jî tevî cudahiyên îdeolojîk û siyasî yên di navbera wê û Talîbanê de, bi rêveberiya nû re têkiliyên xwe danîn. Tehran bi nêrîneke pragmatîk nêzî vegera Talîbanê bû. Ev nêzîkbûn bi ewlehiya sînor, penaberan, bazirganiyê û astengkirina hebûna komên dijberî Îranê yên li hundirê Efganistanê ve girêdayî bû.

Piştgiriya siyasî ya Qeterê

Têkiliya di navbera Qeter û Talîbanê de yek ji mijarên herî nîqaşkirî yên siyaseta herêmî ya salên dawî ye. Bihêzbûna Talîbanê ya di salên 1990’yan de, derbasbûna desthilatdariyê, ji hilweşandina wê ya piştî destwerdana Emerîkayê ya di sala 2001’ê de, heta vegera wê ya ji bo desthilatdariya Efganistanê ya di sala 2021’ê de, Qeter di têkiliyên bi tevgerê re rolên siyasî û dîplomatîk ên girîng lîst û wekî lîstikvaneke kilît derket pêş.

Kesên siyaseta Qeterê diparêzin, dibêjin ku Qeterê xwestiye di navbera aliyên nakok de rola navbeynkariyê bilîze. Lê di rastiyê de tevî ku Talîban wekî “tevgereke teror” tê binavkirin jî Qeterê ji Talîbanê re qadeke siyasî û dîplomatîk peyda kir ku alîkariya wê kir da ku hebûna xwe ya navneteweyî bihêztir bike.

Ger em vegerin ser destgirtina ewil a Talîbanê ya li ser welat di nîvê salên 1990’yan de, tevgerê ji rewşa kaosê ya ku piştî vekişîna hêzên Sovyetê û hilweşîna hikûmeta Efganistanê derketibû holê, sûd girt. Talîbanê, di sala 1996’an de kontrola paytext Kabîlê girt û rêveberiyeke ku bi navê “Mîrnişîniya Îslamî” dihat naskirin, ava kir.

Di vê qonaxê de welatên ku hikûmeta Talîbanê bi fermî nas dikirin pir kêm bûn. Di nav wan de Pakistan, Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî yên herî girîng bûn.

Qeter, di nav welatên ku hikûmeta ewil a Talîbanê bi fermî nas kirin de nebû. Lê bi guherîna şert û mercên navneteweyî re Doha piştre dest bi lîstina roleke cuda kir.

Di vê demê de Talîban bi torên herêmî yên cuda ve girêdayî bû, piştgiriya ku digirt bi girîngî ji kanalên girêdayî hawirdora Efganistan û Pakistanê ve dihat. Piştgiriya eşkere ya Qeterê wekî dewletek nehatibû ragihandin. Lê di sala 2001’ê de piştî dagirkirina Efganistanê ji aliyê Emerîkayê ve û hilweşandina rêveberiya Talîbanê, tevgerê berê xwe da xebata çekdarî ya li dijî hêzên Emerîkî û hikûmeta nû ya Efganistanê.

Bi derbasbûna salan re Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê gihîştin wê encamê ku ji bo bidawîkirina şer pêdivî bi riyekî siyasî heye û dest bi lêgerîna kanalên têkiliyê yên bi Talîbanê re kirin. Di vê xalê de Qeter derket pêş. Ji ber ku Qeter beşdarî şerê Efganistanê nebûbû dikaribû bi aliyên cuda re têkiliyan ava bike, wekî welatekî ku dikare mazûvaniya danûstandinan bike hat dîtin.

Di sala 2013’an de vekirina nivîsgeheke siyasî ya Talîbanê ya li Dohayê, di dîroka vê têkiliyê de bû qonaxeke girîng. Ev nivîsgeh, di sala 2001'ê de piştî hilweşandina Talîbanê, cara ewil platformeke siyasî ya fermî da tevgerê ku bi civaka navneteweyî re têkiliyên siyasî deyne.

Vê yekê rewatiya siyasî da Talîbanê û derfet da ku xwe ne tenê wekî komeke çekdar, weke aktorekî siyasî nîşan bide.

Talîbanê jî ji vê derfetê sûd girt û nivîsgeha xwe wekî amûrek ji bo nîşandana xwe ya wekî aliyekî siyasî bi kar anî. Di heman demê de, vê nivîsgehê rê da ku têkiliyên xwe yên derve bi awayekî rêkûpêktir birêve bibe.

Peymana 2020’an û vegera Talîbanê bo desthilatdariyê

Rola Qeterê, bi peymana ku di sala 2020'an de li Dohayê di navbera Dewletên Yekbûyî û Talîbanê de hat îmzekirin, gihîşt lûtkeyê. Peymanê vekişîna leşkerên Emerîkî yên ji Efganistanê û di berdêla wê de hinek Peymanên ewlehiyê yên ji aliyê Talîbanê ve pêşbînî dikir. Ev peyman rê li ber qonaxa ku di Tebaxa 2021’ê de bi hilweşîna hikûmeta Efganistanê encam girt, vekir. Ji ber vê yekê dikare bê gotin ku vê peymanê zemîna vegera Talîbanê ya ji bo desthilatdariyê amade kir.

Piştî ku Talîbanê kontrola Kabulê girt, Qeter bû yek ji kêm welatên ku dikaribû rasterast bi rêberiya nû re têkiliyên danûstandinê bike. Qeterê rola xwe ya navbeynkariyê di mijarên mirovahî û siyasî de domand û civînên girêdayî mijara Efganistanê li dar xist.

Lê tevî vê yekê, Qeterê hikûmeta Talîbanê bi nasîna dîplomatîkî ya tam û fermî nas nekir. Lê kanalên têkiliyê yên bi tevgerê re vekirî hişt.

Ev nêzîkbûn dişibe siyaseta hinek welatên din ku li şûna qutkirina têkiliyan, tercîh kirin bi rastiya nû ya li ser erdê re têkiliyan bidomînin.