Pêkhateyên Til Temir û Zirganê li dijî tecrîdê meşiyan

Pêkhateyên navçeya Til Temir û Zirganê û koçberên li herêmê, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk meşiyan.

Hesekê- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25'ê Adara 2021'ê ve, dewleta Tirk rê nade hevdîtin bi parêzer û malbata xwe re bike. Heman wextê dewleta Tirk a dagirker di 13'ê Çileyê de êrîşeke ezmanî ya dorfireh li dijî binesaziya herêmê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin û di encamê de gelek stasyonên kehrebe, av, bîrên petrolê û aşxane ji xizmetê derketin.

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, îro pêkhateyên navçeya Til Temir û Zirganê yên Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi Kurd, Ereb, Aşûr, koçberên Serêkaniyê û Efrînê yên li gundewarên herêmê, ligel beşdarbûna partiyên siyasî û kesayetên serbixwe, meşeke girseyî li dar xistin.

Meşa ku bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e" ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir li dawiya kolana şehîd Umer Baravî rawestiya. Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriyê" re bilind kiribûn û bi yek dengî "Bi xwîn bi can em bi tere ne ey serok" û "Na ji dagirkeriyê" re diqîriyan.

'Pêwîst e her kes ji polîtîkayên dijber haydar be'

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Kongra Star Eyhan Yûnis axivî û wiha got: "Em îro di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin, pêwîst e her kes ji polîtîkayên li dijî gel tê meşandin baldar be. Me komploya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî felsefeya hevjiyana azad û netewa demokratîk Rêber Apo hat kirin, ji bîr nekiriye. Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û îşkenceya fizîkî ya li ser Rêber Ocalan dimeşîne, bi tundî şermezar dikin."

'Erdogan li hemberî gerîlayên Kurdistanê di pêvajoya têkçûyînê de ye'

Eyhan Yûnis da zanîn ku ew ê dest ji axa ku zêdetirî 13 hezar cangorî lê hene û 15 hezar gazî lê çûbûne bernedin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Êdî riya vegerê tune ye, yan azadî yan mirin lê ya rast yan azadî yan azadî ye. Dewleta Tirk li hemberî gerîlayên Kurdisyanê di pêvajoya têkçûyînê de ye. Ev dem dema têkçûyîna Erdogan e li hemberî gerîlayên hemdemî ye. Li herêmên parastina medyayê têk diçin, tên tolê ji binesazî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digrin. Bajarên em lê mezin bûne, em ê heta dawî biparêzin. Nîv serdem e têkoşîna gel didome, 25 sal in jî Rêber Apo di tecrîdeke giran de ye lê heta dawî ji bo azadiya wî em ê têbikoşin."

Meş bi silogana "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.