Jinên li kampên Idlibê dimînin xwestin trajediya ku dijîn were dîtin

Jinên Idlibî yên ji ber şer ji cih û warê xwe bûne û li kampên bi kon dimînin gotin ku ji ber zivistanê mercên wan girtantir bûne. Jina bang li saziyên alîkariya mirovî kirin ku trajediya dijîn bibînin.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib – Jinên Idlibî yên ji ber şer ji cih û warê xwe bûne û li kompên bi kon dimînin diyar kirin ku ji ber zivistanê mercên wan ên jiyanê zehemeti bûne. Jinan dan zanîn ku ji ber baranê kon di nava av û heriyê de dimînin û behsa zehmetiyên ku dişînin kirin.

‘Her cara ku baran dibare konên me di bin avê de dimînin’

Tasneem Hattab a 33 anî ziman ku konên li dimîınin li gorî mercên zivistanê nîn in û wiiha domand: “Ez bi hevjîn û 4 zarokên xwe re li Kampa Harbanuş a bakurê Idlibê dimînim. Di rojên baranê de kona me avê derbas dibe û eşyayên me hemû şil dibin her wiha her derê kampê dibe herî. Ji ber vê rewşê bi taybetî kesên extiyar nikarin hereket bikin. Her car piştî baranê em avê ji nava konên xwe dirijînin. Nivînên me yên ku şil dibin bi rojan zuha nabin.”

‘Zarokên me her dem nexweş dikevin’

Tasneem Hattab, diyar kir ku ji bo ava baranê nekeve nava konê li derdora konê çalan vekiriye û got: “Ji ber van mercên em diijîn zarokên me her dem nexweş dikevin. Ji ber ku naxweşxane dûr in û bihayê dermanan zêde ye em nikarin zarokên xwe derman bikin.”

‘Divê saziyên alîkariya mirovî vê trajediyê bibînin’

Mahasin Al-Barî ya 41 salî ku ji bejahiya Hamayê ye, bi 5 zarokên xwe re niha li Kampa Kîlî ya bakurê Idlibê dimîne. Mahasîn Al-Barî got ku kona wan a ku kevin bûye li ber bayê nasekine û ketiye rewşeke ku nayê bikaranîn û wiha got:

“Herî ketiye nava konê me, dema baran dibare av diherike nava konan. Ji ber tunebûnê gelek ji me bi karton, malzemeyên plastîk û çiqilên darên zeytûnan sobeyan vêdixin û hewl didin xwe germ bikin. Kon pir kevin in, li gorî mercên zivistanê nîn in. Ava baranê heta nava konan tê. Piştî baranê jî em konên ku qetiyane didurûn û ji heriyê paqij dikin. Divê saziyên alîkariya mirovî vê trajediyê bibînin û alîkariyê bidin.”

‘Ji ber baranê nivînên me şil dibin eşyayên me yên elektronîk dişewitin’

Ayuş Al-Hatice ya 55 salî ku li kampeke nêzî bajarê Cisr Al Şuxur dimîne jî got ku bi konên di bin avê de dimînin re jiyana wan bûye trajedî û diyar kir ku ji ber av dikeve nava konên wan, nivînên wan şil dibin, eşyayên wan ên elektronîk jî xirab dibin. Ayuş Al-Hatice wiha domand: “Ji ner ku kona me zirarê dît, heta me yeka din ji xwe re peyda kir bi cîrana xwe re mam. Hevjînê min ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Bêyî ku dahatek hebe bi tena serê xwe dijîm. Nexweşiya fitiqa piştî bi min re heye û ji ber sermaya heyî rewşa min a tendirustiyê her diçe xirabtir dibe.”