Nobeta Edaletê di roja 668’emîn de ye
Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) di roja 668’emîn ya Nobeta Edaletê de serdana Malbata Şenyaşar kir.

Riha- Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 668’emîn de berdewam dike.
Dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikaribû tevli nobetê bibe. Şandeya ku dîgirên serokên giştî yên Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Vahît Aba û Nûrûllah Tîmûr jî di nav de bûn serdana Ferît Şenyaşar ê çalakiya nobeta xwe didomîne kirin.
‘Daxwaza edaletê ji bo hemû Kurdan e’
Vahît Aba yê têkildarî serdanê axivî, diyar kir ku çalakiya nobetê di kesayeta malbatê de ya hemû Kurdan e û wiha got: “Daxwaza edaletê ji bo hemû Kurdan e. Ev dewlet 100 sal in zilm û zextê dike, tiştên kirine jî her dem bêceza mayîne. Malbata Şenyaşar jî dibêje ‘Ev wiha naçe, em edaletê dixwazin. We em kuştin, edaletê bi cih bînin.’ Divê ji bo Kurdan wekhevî û azadî her dem hebe.”
Serdan, piştî daxuyaniyê bi dawî bû.
'Dayikek feryad dike’
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal, hesabên Walî Salih Ayhan, Walîtiya Rihayê û TBMMinshakkom etîket kir û ev parve kirin kir: “Ger li cihekî zilm hebe, em neçar in bibin dengê hev. 668 roj in dayikek li ber Edliyeya Rihayê feryad dike. Edalet dixwaze. Yên ku gunehê dayikan bigre, îfleh nabe. Hûn ji bo Yusuf li benda çîne #5Çile.”