Parlamenterên jin ên HDP'ê: Em ê birînan bi hev re bikewînin

Parlamenterên HDP'ê yên bi gotinên, "Bêkoordînasyona AFAD'ê, bêxemsariya dewlet û hikûmetê van mirovan di vê erdhejê de kuşt” balkişandin li ser tiştên hatin jiyîn, wiha gotin: “Em ê bi mezinkirina hevgirtinê birînan bi hev re bikewînin.”

Hatay – Erdhejên di 6’ê Şibatê de bi pileya 7,7 û 7,6 li Mereşê pêkhatin, li bajarên Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kilîs, Edene, Osmaniye û Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema hilweşandinên mezin û windakirina jiyana mirovan. Li Hatayê ku yek ji cihên ku herî zêde ji erdhejê zirar dîtiye, xebatên lêgerîn û xilaskirinê jî tevî hemû kêmasiyam dewam dike. Parlamenterên jin ên HDP'ê yên ku diçin herêma erdhejê jî, bi cih girtina di nava xebatan de tevlî hewl didin li cem gel bin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari ku piştî erdhejê ber bi bajarê xwe Hatayê ve bi rê ket jî, li Hatayê di nava xebatan de cih digre.

Pêşnûmeya ku ji meclîsê re hat pêşkêşkirin, berçav nehat girtin

Tûlay Hatimogullari ya diyar kir piştî erdhejê demil dest çû Hatayê, da zanîn ku tîmên lêgerîn ûrizgarkirinê bi rojan piştre hatine û bi taybet jî Îskenderûn, Antakya û Samandagi hilweşandinek pir çêbûye. Tûlay Hatimogullari wiha got: “Di dawiya meha Kanûnê de raporek ku ji aliyê TMMOB’ê ve hatibû amadekirin hebû. Di vê raporê de der barê Hataya ku li ser xeta fay a zindî de hişyarî hatin dayîn. Me jî derbarê mijarê de pêşnûnameyek pêşkêşî meclîsê kir û tedbîrên ku divê bi lezgînî li Hatayê bên girtin rêz kir. Lêbelê, em bi karesatek ku li ber çavan hat re rû bi rû man.”

‘Hêj jî dengê mirovan ji bin kavilan tê’

Tulay Hatimogullari ya dibêje ji bo tevî ewqas dem ser re derbas bûye jî heta niha tu koordînasyonek nehatiye avakirin, ew bi xwe bi koordînasyoneke ji înîsiyatîfa sivîl-dilxwazan ava kiriye û wiha got: “Em hewl didin alîkariyên tên bi mexdûran re parve bikin. Hêj jî dengê mirovan ji bin kavilan tê. Heke destwerdaneke baş were kirin dê li Hatayê gelek kes bên rizgarkirin. Em ê li dijî gavên netêrker, bi mezinkirina hevgirtinê re birînên erdhejê bi hevra bikewînin.”

Serpîl Kemalbay: Mirov bi neynûkên xwe re xirabeyan dikolin

Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay ku li navçeya Defne ya Hatayê jî rewşa li Defneyê parvekir. Serpîl Kemalbay balkişand ku hêj deng ji avahiyên xirabeyan bilind dibe, diyar kir ku dilxwazên piştevaniyê jî li herêmê ne. Serpîl Kemalbay, anî ziman ku ji ber kêmasiya alavên teknîkî û nepêkanîna koordînasyonê gel hewl dide bi neynûkên xwe xirabeyan bikolê û malbata xwe rizgar bike û diyar kir ku bi hezaran kes di bin xirbeyan de mane. Serpîl Kemalbay got, “Li Defneyê avahiyek mirova xwe lê bijî nîne. Mirov nikarin di nava tu avahiyekê de bimîne. Me şeva xwe li derve derbas kir. Piraniya kesên hatin rizgar bajêr terîqand. Şeva borî me şevek tarî û sar derbas kir. Hewar û qêrînên kesên ku xizmên wan di bin xirbeyan de bûn hebû."

'Ev der bê xwedî ma’

Serpîl Kemalbay diyar kir ku di roja 4’emîn a erdhejê de 5 kes ji bin xirbeyan hatin rizgarkirin û wiha got: “Divê em hêviyê biparêzin, lê hêj bêkoordînasyonî berdewam dike. AFAD hat rewşa karaset. Bêkoordînasyona AFAD'ê, bêxemsariya dewlet û hikûmetê van mirovan di vê erdhejê de kuşt. Avahiyên ku li vir hilweşiyane zirarên mezin girtine, li kêlek ketiye, cihên ku valahiyên jiyanê lê çêdibin e. Li vir bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku di wextê xwe de dikaribû bi deh hezaran mirov bên rizgarkirin. Lê mixabin ev der jî bê xwedî ma.”