Kesên dilxwaz li Gurgumê bi şev û roj dixebitin

Piştî ku koordînasyona krîzê ya erdhejê hat avakirin, bi armanca piştgiriyê wekî gelek kesan ji KASED’ê jî Saliha Ayata çû Pazarcixê û got: “Dewlet ji bo mirovên li vê derê alîkariyê nake. Divê di her warî de hevgirtin û piştgirî zêde bibe.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Gurgum - Ji erdheja ku navenda wê Pazarcix e bi milyonan milyonnan mirovan zirarê dîtin. Piştî erdheja ku bi dehan bajar jê bi bandor bûn, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara wan her diçe zêdetir dibe. Li bajarên ku hê jî kes di bin xirbeyan de hene, xebatên ji bo rizgarkirinê didomin, kesên ku malên wan xirab bûne jî bêcih û war û birçî mane. Li bajarên ku av û elektrîk tune ye û lewabo jî nayên bikaranîn, bi hezaran welatiyên dilxwaz di mercên zehmet de dixebitin. Ji Amedê jî ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Komeleya Çand Huner û Edebiyatê (KASED) û hunermendên Şanoya Bajar a Amedê bi rojan e di maseya krîzê de dixebitin.

'Ji bo piştgiriyê em hatin vê derê'

Dilxwazên ku hatine navçeyê bi şev û roj bênavber bêdiviyên ku hatine şandin berhev dikin û li gel belav dikin, hewl didin bigihîjînin gundan. Ji xebatkarên Komeleya Çand Huner û Edebiyatê (KASED) Salîha Ayata bal kişand ku rewş gelek xirab e, divê ku piştgirî zêdetir bibe.

Salîha Ayata diyar kir ku bi dehan kesan re bi rojan e xebatên xwe didomînin û bal kişand ku gelek gundên ku kes negihîştiye wan hene. Salîha Ayata got ku divê alîkarî û xebat zêdetir bibin û wiha domand: “Li vê derê ji HDP’ê heta, TJA’yê û Meclisa Ciwanan a HDP’ê gelek heval hene. Em bi hev re bi koordîneyî eşyayên ku bi tiran tînin li cihekî berhev dikin û dûre belav dikin. Rewşa vê derê b-pir xirab e. Ji aliyekî ve gel cenazeyên xwe defin dike, ji aliyekî ve di nava serma û berfê de helw dide bijî. Xwarin û tiştên ji bo lixwekirinê tên lê ji bo belavkirinê kes kêm in. Gelek gundên ku em negihîştinê hene. Hevalên me yên ku diçin li gundan alîkariyê belav dikin hene. Li cihê ku em digihîjînê em dixebitin.”

'Dewlet tu alîkariyê nade gel'

Salîha Ayata ragihand ku pêdiviyên sereke yên welatiyan tune ne, çend roj in av tune ye û wiha domand: “Gelek kes di rewşek xirab de ne, zarokên wan ên biçûk hene. Ji erdhejê ve heta niha zarok bi malbatên xwe re li derve li ber sermayê ne. Tevî ku 4 roj derbas bûne jî ez dikarim bibêjim ku tu alîkarî ji bo mirovên vê derê ji dewletê nehatiye. Pirsgirêka herî mezin a malbatan ew e ku niha cihekî lê bimînin tune ye. Ji ber ku naxwazin malên xwe biterikînin naçin cihê kombûnê. Nava rojê tên lê bi şev diçin li pêşiya malên xwe disekinin. Av tune ye, elektrîk tune ye, lewabo tune ne. Ji bo jinan rewş pir zehmet e. AFAD jî ji vê rewşê re çareseriyê nabîne.”

'Divê piştgirî bênavber bidome'

Salîha Ayata bang kir ku piştgiriya gel ji bo hev bidome û herî dawî wiha got: “Em li vê derê ji bo mirov ji nû ve dest bi jiyanê bikin bi hevalên xwe re dixebitin. Herî zêde pêdiviya mirovan bi xurek, av, mama, botên bebikan, ped û konan heye. Mirov ji gundan tên tiştên ji wan re lazim in ji vê derê digrin dibin. Hem rewşa mirovên li gundan hem jî yên li navçeyê pir nebaş e. Divê di her warî de piştgirî û alîkarî zêdetir bibe. Çi ji destê kê tê divê bike. Divê welatî li her derê bi hev re di nava piştgiriyê de bin.”