‘Parastina civakî wê azadiya Rêber Apo misoger bike’

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Efrîn-Şehbayê, parêzer Rûşîn Hido der barê salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got ku temînata azadiya Rêber Apo parastina civakî ye.

HESNA MIHEMED

Şehba - Di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de bi komployeke navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xaka Sûriyeyê hat derxistin. 25 sal di ser vê komployê re derbas dibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Girava Îmraliyê de berxwedana xwe bênavber li dijî siyaseta înkar û îmhayê dide meşandin. Li seranserê cîhanê fikir û felsefeya wî belav bû, gel li ser esasê fikrên azadiyê têkoşîna xwe didomînin.

Bi boneya hatina salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin de, hevseroka parêzeran a herêma Efrîn -Şehbayê parêzer Rûşîn Hido ji ajansa me re axivî.

'Ji ber projeya ku pêşkêş kiriye 25 sal in di zindanê de ye'

Rûşîn Hido di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina gelan daye meşandin û gefên li ser wiha vegot: "Ji destpêka têkoşîna ku Rêber Apo ji bo rizgarkirina û azadkirina gelên bindest ji hêzên desthiladar ew rastî gef û êrîşan tên. Têkoşîn û projeyên ku pêşkêş kirine têkoşînek rewa ye û parastina mafên mirovan dike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Rêber Apo her dem di nava hewldan û lêkolînan de bû lê çareseriya ku nîşan dike li dijî sîstem û siyasetên hêzên hegomanîk e lewre bi komployeke navneteweyî Rêber Apo ji Sûriyeyê hat derxistin. Xwestin bi vê komployê projeya Rêber Apo vala derxin û ew radestî dewleta tirk a dagirker kirin, li zîndana Îmraliyê heya niha dîl girtiye ku 25 sal ser vê komployê re derbas dibe."

'25 sal in her diçe tecrîdê girantir dikin'

Rûşîn Hido diyar kir ku di ser komploya navneteweyî re 25 sal derbas dibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de dijî û wiha pêl da gotinên xwe: "Rêber Apo 25 sal ji berxwedan û têkoşîna li dijî tunekirinê li pey xwe hişt. Rêber Apo rojane bi girankirina tecrîdê re di zindana Îmraliyê de dijî. Mafê jiyanê jê hatiye standin û heya niha nahêlin hevdîtin bi Rêber Apo re bê çêkirin ji ber fikarek wan heye ku fikir û çareseriya demokratîk li cîhanê zêdetir belav bibe. Divê rêxistinên navneteweyî bi erkên xwe rabin di serî de rêxistina CPT ku li ser zîndanan bigerin û rewşê girtiyan bişopînin. Ruxmî derbasbûna CPT ji zîndana Îmraliyê re û biryarên ku tên standin jî dewleta tirk wan pêk nîne. Ji ber Rêber Apo ji bo mafê gelê bindest derketiya holê û têkoşînê dide meşandin lewra rastî êşkence û tecrîdê tê. Di bin navê cezayê disiplînê de tecrîd li ser Rêber Apo berdewam dike."

'Ji bo azadiya Rêber Apo parastina civakî esas e'

Rûşîn Hido da zanîn ku ji bo azadiyê parastina civakî pêwîst e û wiha behsa pêkanîna azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan kir: "Gava ku azadiya Rêber Apo misoger dike ew e ku parastina civakî hebe û daxwaza azadiya Rêber Apo were kirin. Zextên ku gel li ser dewletê daye avakirin hişt ku dewleta tirk biryara darvekirina Rêber Apo vekişîne û cezayê dîlgirtina wî dirêjahiya temenê wî da, ev jî ji encama parastina civakî e bû ku tê de serhildan, xwepêşandan û gelek kesan jî canê xwe dan ber agir li hemberî vê biriyarê. Dema ku gel rabe ser piyan û zextê li dewleta tirk bike wê Rêber Apo bê azadkirin. Banga me ji hemû parêzer û kesan re ew e ku bi erkên xwe rabin ji bo ku bi fikir û felsefeyeke azad bijîn divê Rêber Apo azad bikin."