Îsraîl biryar da ku li ser Xezayê 'Dorpêça topyekûn' pêk bîne

Wezîra Parastinê ya Îsraîlê Yoava Gallant diyar kir ku ew ê li ser Şerîda Xezayê ya di bin kontrola Hamasê de "Dorpêça topyekûn" pêk bînin û di heman demê de dê ketina erzaq û sotemeniyê jî were qedexekirin.

Navenda Nûçeyan- Pevçûna Îsraîl û Filistînê ya ku bi operasyona Tugayên Qessam a baskê çekdar ên Hemasê li dijî Îsraîlê bi operasyona 'Tofana Eqsayê' dest pê kiribû, di roja xwe ya 3’emîn de berdewam dike. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di daxuyaniya ku da diyar kir ku ew ê li ser Şerîda Xezayê ya di bin kontrola Hamasê de ye bi tevahî dorpêç bikin û her wiha dê ketina erzaq û sotemeniyê jî were qedexekirin.

Fermana qutkirina ava Xezayê

Piştî vê daxuyaniyê Wezîrê Binesaziyê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku wî ferman daye ku ava ji Îsraîlê ya ji bo Şerîda Xezayê diçê tavilê were qutkirin. Israel Katz li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û got: "Tiştên ku berê qewimîn, wê di pêşerojê de neqewimin." Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê Danîel Hagarî jî daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku di nava Îsraîlê de di navbera hêzên Îsraîl û Hamasê de ti pevçûn dewam nakin û li hemû herêmên derdora Şerîda Xezayê hêzên Îsraîl ji nû ve kontrol kirine.