Operasyona li Holê bi dawî bû: 20 DAÎŞ’î hatin girtin
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku operasyona li kampa Holê bidawî bûye, di operasyonê de 20 endamên DAÎŞ’ê û hevkarên wan hatine girtin.

Navenda Nûçeyan- Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyona li kampa Holê daxuyaniyek nivîskî da. Fermandariyê da zanîn ku operasyon bi destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê di hundirê kampa Holê de pêk hatiye û îro bidawî bûye. Operasyona ku di 18’ê Nîsanê destpê kiribû, 6 rojan berdewam kir.
Armanca operasyonê
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku armanca operasyonê jihevxistina şaneyên razayî û xurtkirina ewlehiya li hundir û derdora kampê bûye û wiha hat gotin: “Li ser vê bingehê, operasyonên paqijkirinê û serdagirtinên li hember cîhên hedef hatine girtin, li gelek beşên kampê hatin kirin. Her wiha operasyonên taybet li derveyî wê jî hatin kirin.”
Tiştên ku hatine bidestxistin
Di daxuyaniya Fermandariyê de têkildarî encamên operasyonê ev agahî hatin parvekirin: “20 endamên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin. Di konek de 3 keleş, demançeyek û gelek şarjor, cebilxane û alavên leşkerî yên di nava konê de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin. Hewldaneke reva komî ya ku ji aliyê şaneyeke li hundirê kampê û şaneyeke din a li derveyî kampê ve hatibû koordînekirin, hat astengkirin û hemû endamên şaneyê hatin girtin. Her wiha operasyoneke taybet a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, şaneyeke DAÎŞ’ê ku hevrêzî li gel şaneyên din dikir da ku kiryarên terorîstî pêk bîne, kir hedef.”
Hedefa operasyonê
Fermandariyê da zanîn ku ev operasyon serkeftina hêzên wan a di pêkanîna derbeke nû ya li şaneyên terorîstî, piştrast dike û wiha berdewam kir: “Yên ku hewl didin rewşa mirovî ya di hundirê kampê de ji bo pêkanîna planên xwe yên teroristî bi kar bînin, bûn hedef. Her wiha pabendbûna me ya tam a ji bo şopandina terorê û zuhakirina jêderên wê li ku derê dibe bila bibe, tekez dike.”
Banga li civaka navnetewî
Fermandariyê bangek jî li hêzên navnetewî kir û wiha got: “Di vê çarçoveyê de em bang li civata navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û mirovî yên derbarê mijara kampa Holê de bigirin ser milê xwe. Her wiha ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li vir girtî, bi cidiyet bixebite û piştgiriya pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bike da ku bi awayekî bi bandor û ewle vê dosyaya dijwar bi rê ve bibe.”
Banga hevkariya gel
Fermandariyê diyar kir ku ewê operasyonên ewlekariyê yên pêşwext li hemû deverên ku rastî metirsiyên ewlehiyê tên, bidomînin û daxuyaniya xwe wiha bidawî kir: “Em piştrast dikin ku dê ji terorîstan û piştgirên wan re tu cîhek bi ewle nemîne. Em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re hevkariyê bidomînin û li ser tevger û çalakiyên biguman hêzên me agahdar bikin. Ji ber ku ewlekariya civaka me berpirsyariyeke kollektîf e û pêwîstî bi hevkariya her kesî heye.”