ROJIN: Em ê li ser rêya Gurbetelliyan meşa xwe dewam bikin
ROJIN’ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir û got, “Ji bo rastî nemirin, em ê li ser rêya Gurbetelliyan meşa xwe dewam bikin.”

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) bi wesîleya Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da.
Daxuyaniya ROJIN’ê wiha ye:
“22’yê Nîsana 1898’an ji aliyê Mîqtad Mîdhat Bedirxan ve li Qahîreyê rojnameya Kurdistanê hate derxistin û bi vê yekê re kevneşopiya çapemeniya Kurd derket ser dikê. Roja Rojnamevanên Kurd sala xwe ya 127’an pîroz dike. Rojnameya Kurdistanê di sirgûnê de hate dinê û di sirgûnê de weşana xwe domand. Rojnameya Kurdistanê bûye dengê gelê Kurd û bandoreke mezin li pêşketina çapemeniya Kurdî kiriye. Çapemeniya Kurdî li dijî sansur, sirgûn, girtin û komkujiyan heya îro hatiye. Bi dehan rojnamevanên Kurd li kolanan hatin qetilkirin. Ev zext li her çar parçeyên Kurdistanê didomin.
‘Çapemeniya azad bi berdêla canê xwe vê têkoşînê didomîne’
Li Îranê Pexşan Ezîzî di bin gefa darvekirinê de ye, li Bakurê Kurdistanê bi dehan rojnamevanên Kurd vê rojê di zindanê de pêşwazî dikin. Çapemeniya Kurdî ji ber ku heqîqetê dinivîse û radigihîne ji roja ewilî heta niha, ji aliyê sîstema desthilatdariya mêr ve weke gefekê tê dîtin. Çapemeniya Kurdî bi dirûşmeya ‘Ti teqîqet wê di tarîtiyê de nemînin’ îro jî weke çapemeniya azad hem li Kurdistanê hem jî li dîasporayê serûvena xwe didomîne. Çapemeniya azad a ku bîra gelekî ye û dîroka xwe heya van rojan aniye, bi berdêla canê xwe vê têkoşînê didomîne.
‘Em ê meşa xwe dewam bikin’
Di şexsê pêşengên çapemeniya jin Gurbetellî Ersoz, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Azîz Koyluoğlû de, em hemû şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz dikin. Weke ROJIN em dizanin ku xwedî derketina li pênûsa wan, xwedî derketina li heqîqetê ye û ji bo rastî nemirin, em ê li ser rêya Gurbetelliyan meşa xwe dewam bikin.”