NY: Li Ukraynayê 9 hezar û 500 sivîl hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî NY ragihand ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê ya didome de 9 hezar û 500 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser mirin, birîndarkirin û koçberbûna Şerê Rûsya û Ûkraynayê ku ji 24’ê Sibata 2022an vir ve berdewam dike, li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber şerê li Ûkraynayê 9 hezar û 500 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 17 hezar kes jî birîndar bûne. Di postê de wiha hat gotin:"Hejmarên rastîn bê guman zêdetir in. Zêdetirî 6 mîlyon Ukraynî reviyan welatên cîran. Zêdetirî 5 mîlyon mirov ji cihê xwe bûn.”