NY: Ji Xezayê 123 hezar û 538 kes koçber bûn

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY, diyar kir ku ji ber pevçûnan li Xezayê 123 hezar û 538 kes koçber bûne.

Navenda Nûçeyan- Êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de li Şerîdaya Xezayê bi navê "Bahoza Aksayê" daye destpêkirin, bi pevçûnên dijwar didome. Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî bûyeran daxuyaniyek nivîskî da.

‘Îsraîl pêşî li tevgerê digre’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber pevçûnan ji Xezayê 17 hezar û 500 malbat koçber bûne bi vê yekê 123 hezar û 538 kes koçber bûne û bi gotinên; "Sedemên bingehîn ên vê yekê tirs, rûxandina malan û parastin e.” Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rayaderên Îsraîlê ji yên li Xezayê re banga “herêmê biterikînin” kiriye lê “Pêşî li tevgerê digre” û hat gotin ku hinek bendên kontrolê û riyên ketin û derketinê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser axa Filistînê pêdivî bi alîkariya mirovî zêde bûye, ji ber kêmbûna derfetan gelek pêdivî nayên bicihanîn.