Ji bo kampanya ‘Ji Rêber Ocalan re Azadî’ daxuyanî hat dayîn

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevli kampanyaya “Ji Rêber Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, tevli kampanyayê bû.

Qamişlo – Di 10’ê Cotmehê 2023’yan de, bi pêşengiya nûnerên sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên civakî,  fîlozof û kesayetên xwedî xelatên Nobelê ne jî di nav de, li seranserê cîhanê li 74 cihên cuda yên welatan, kampanyaya bi navê “Ji Rêber Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî li stadyûma 12’ ê Adarê ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û beşdariya kampanyayê aşkera kir. Bi sedan kes, nûnerên meclis, saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên rêxistinên jin, ciwan, partiyên siyasî, şêx û navdêrên eşîrên Kurd û Ereb û tevgerên civakî tevli daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Abdullah Ocalan, rêberê siyasî yê gelê Kurd e. Bi milyonan Kurd wî wekê vîna xwe ya siyasî dibînin. Li kelêka vê, ji pêkhateyên Ereb, Suryan û hemû deverên cîhanê gelek mirov jî Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe bi nav dikin. Ji bo pirsgirêkên gelên bindest, komên etnîkî, olî, mezhebî, zayendî, ekolojîk û dijberê newekhevîyê wekî vîna çareseriyê û aştiyê tên dîtin.

‘Rêber Apo ji derveyî qanûnên mirovî bi kiryarên xirab re re rû bi rû ye’

Reber Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’ê de bi operasyoneke îstîxbaratî ya navdewletî de hat revandin û teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Ji wê demê ve jî di girtîgêha Îmralîyê de dîl hatiye girtin. 25 sal in di girtîgehekî de tenê tê hiştin, gelek car bi salan tekiliyên wî bi cîhanê re, malbat û parêzerên xwe ve tê qutkirin. Ew, bi vî şeklî rastî îşkence û binpêkirinan tê û bi şewaz û kiryarên hişk û derveyî mirovahiyê re rûbirû dimîne.

Rixmê ku di bin tecrîda girankirî de ye jî partî, rêxistin, sazî û kesên ku ji fikrên Rêber Ocalan îlham girtine bi berxwedana Kurd û tevgerên curbicur ên etnîkî, olî û hwd. têkoşîna demokratîk a Rojhilata Navîn dimeşînin. Gelek rêxistin û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji fikir û ramanên Rêber Ocalan îlham girtine û hewl didin pêş bixin. Teoriyên wî îlhamê didin hemû kesên ku ji bo diyarkirina çarenûsê xwe, rizgarîxwaziya jinan û sînorkirina hemû şêweyên newekhevî û kedxwarîya seranserê cîhanê li ber xwe didin.

‘Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî!’

Pirsgirêka Kurd bi sedsalan tê jiyîn. Di serî de li Tirkiyeyê û dewletên Rojhilata Navîn de nehatiye çareserkirin. Pêşengiya vê siyasetê dewleta Tirkiyeyê dike. Siyaseta Komara Tirkiyeyê ya dagirker, bi milyonan Kurdan ji mafên sereke yên sivîl û siyasî bêpar hiştiye. Ev yek bû sedema gorîkirina bi deh hezaran mirovan. Bi sedhezaran bê cih û war mane bi milyonan, xurtbûna hêza nijadperest, oldarên tundraw û otokrasî.Ev jî girêdayî pirsgirêkên herêmî û cîhanî yên xeternak ku bandorê li jiyan û ewlehiya bi milyonan dike ye.

tundrew û otokrasî. Ev jî girêdayî pirsgirêkên herêmî û cîhanî yên xeternak ku bandorê li jiyan û ewlehiya bi milyonan dike.

‘Rêber Apo manîfestoya sedsala 21’ê afirandiye’

Ev kampanya hatiye destpêkirin navneteweyî ye, ji ber ku pirsgirêka Kurd bi xwe pirsgirêkeke navneteweyî ye. Kurdistan di navbera çar dewletan, Turkiye, Îran, Iraq û Sûriye hatiye parçekirin. Lewma ger çareser bibe wê bandora xwe li hemû cîhanê bike. Ev kampanya navneteweyî ye, ji ber ku doza Rêber Ocalan jî navneteweyî ye û pergala îşkenceyê ya li hemberî wî pêk tê jî bi destên hêzên hegemonîk ên cîhanê hatiye avakirin. Doza Rêber Ocalan ne doza kesekî ye, doza gelekî ye ku bi qirkirinê re rûbirû ye û doza hemû herêmê ye. Rêber Ocalan, her wiha weke zanyarekî ji bo hemû pirsgirêkên heyî çareseriyê pêşkêş dike ye, bi teza modernîteya demokratîk, manîfestoya sedsala 21’ê afirandiye. Lewma ger Rêber Ocalan azad bibe dê tevli pêvajoya siyasî ya çareseriya pirsgirêka Kurd bibe û berdewamiya pêşveçûna ramanên xwe bike, wê azadî û aştî ji me hemûyan re bêhtir pêk bê. Mixabin Rêveberiya diktator a li Tirkiyeyê rastiyê dizane û ji vê yekê ditirse. Ji bo vê jî Rêber Ocalan bi salan e di bin tecrîdê girankirî de dihêle da ku bikaribe desthilatdarî û şerê xwe yê qirêjî berdewam bike.

‘Em ji ewlehî û tenduristiya Rêber Apo ne rehet in’

Em jî niha û ji her demê bêhtir di warê tenduristiya Rêber Ocalan de bi fikar in. Ji ber ku ev nêzî 3 salan e tu agahî jê nayê girtin. Ev jî rewşeke metirsîdar e. Îro di kesayeta Rêber Ocalan de li dijî gelê Kurd politikayên qirkirin, înkarkirin, teslim wergirtin tê ferzkirin. Lê li hemberî vê yekê, ew di nava berxwedaneke dîrokî de ye. Ji bo mafên gelê Kurd, ji bo aramî û aştiya bi rûmet li herêmê û ji bo wekheviya gelan xwe kiriye mertal û li dijî hemû rengê îşkenceyê li ber xwe dide. Divê destûr were dayîn ku Rêber Abdullah Ocalan bikaribe parêzer û malbata xwe bibîne. Lê ev jî têrê nake divê ji girtîgehê were berdan, bibe xwedî şert û mercên ku bikaribe rola xwe ya siyasî bi kar bîne, nakokiyen navbera Kurdan û dewleta Tirk û dewletên Rojhilata Navîn de çareseriyê bi pêş bixe.

Li ser van sedem û esasan, em weke înisiyatîfa gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bilindkirina kampanyaya “Reber Ocalan re azadî, pirsgirêka Kurd re çareserî” didin destpêkirin. Banga hemû rêxistinên civakî yên jin, ciwan, partiyên siyasî û pêkhateyên civakî giştî dikin ku tevli vê kampanyaya bibin. Em ê bê dem û bênavber, bi riya siyasî, hiqûqî, dîplomasî û çalakiyên gel, tekoşînê pêş bixin. Ji bo fikir û ramanên Rêber Ocalan di nava Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê de bi pêş bikeve hemû rê û rêbazan pêk bînin û armancên kampanyayê bi ser bixin.”