Li Îzmirê jin ji bo aştiyê meşiyan

Platforma jinan a Îzmirê bal kişand ser êrîşên Îsrailê û li hember sekna desthilat AKP a du rû ku li dijî gelê Kurd polîtîkayên şer di meşine helwest nişan dan.

Navenda Nûçeyan- Platforma jinan a Îzmirê li dijî xizanî û polîtaayên şer li ber îskeleya Vapura Konakê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan panqarata ‘Li dijî xizanî û polîtakayên şer em jiyanê di parêzin’ vekirin. Diyarkirin ku şer naxwazin û bila êrîş bi dawî bibin. Di daxuyaniya xwe de piştgirî dan hevseroka bajarê Îzmirê ya HDP’ê Berna Çelîk ku di 9’ê Cotmehê de hatibû girtin û di ketina girtigehê de rastî lêgerîna tazî hatî û dan zanîn ku ji ber Berna Çelîk azadî xwestibû hate girtin û got: “Hevala me Berna ne bi tenê ye.”

 Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê endama platformê Ruken Emekdar ve hate dayîn û diyarkir ku ji bo jinan cihek bi ewle nemaye, li welat, bajar, kolan, cihên kar, fabrîqa, nexweşxane, dibîstan û her cih tundî lê heye û bal kişand ser şerê di navbera Îsrail û Filistinê de û wiha got: “Di şer de wehşeta ku bi tundiya mêr li ser bedena jinê di tu şert û mercan de ne sedemek bi mafe û nayê qebûlkirin. Li gel vê divê tabloyê de li Hemasê 75 sale gelê Filistinê bi zorê ji cihê wê dikin û di girtîgeha hewaya vekirî de neçarî jiyankirinê dikin, destpêkê dewleta Siyonîst ya Îsrail û ên ku alîkariya wê dikin Emperyalizma DYE jî di navde hemû hêzên Emperyalîst berpirse. Ji ber vê bi salane nabêjin jin û zarok Îsrail sivîlan qetil dike, ji bo hewldana imhakirina vê topê em bang li hemû jinan dikin piştgiriyê bidin jinên Filistinê.” 

‘Yên ku polîtîkayên şer dimeşînin nikarin ji me re qala mafên mirovan bikin’ Rûken Emekdar, anî ziman ku ew helwesta du rû ya hikûmeta AKP’ê ya di êrîşên Îsraîlê de qebûl nakin û wiha dewam kir: “Yên ku polîtîkayên nîjadperestî, şovenîst, kureyî dikin di astek bilind de li nava welat û polîtîkayên şer dimeşînin, bi taybetî li dijî gelê Kurd, ji bo ku di nav blokên emperyalîst ên li derveyî welat de cih bigirin, nikarin ji me re qala mafên mirovan bikin. Yên ku êrîşên dijmirovahî yên mêran ên li ser bedena jinan şermezar dikin, hevala me ya têkoşînê Hevseroka HDP’ê ya Bajêrê Îzmirê  Berna Çelîk tevî rêveberên pê re bi îdîayên bêbingeh desteser dikin û îşkenceya tazî li wê dikin.” ‘Em dixwazin mafê çarenûsiya gelan bê qebûlkirin’ Rûken Emekdar diyarkir ku Tirkiye 3’emîn welatê endama NATO’yê ye ku herî zêde pere dişîne şer û butçeya ku ji Midûriyeta Giştî ya Rewşa Jinê re ku yekane saziya giştî ya jinan e, di butçeya sala 2023'an de ji hefteya parastinê ya Serokkomar Erdogan kêmtir e û got: “Em dixwazin hejmara stargehan bên zêdekirin, li her taxê kreş û malên lênêrînê bên avakirin, li dibistanan jî xwarineke bêpere û tendurist bê dayîn. Em dixwazin ji bo çareseriyê rê li ber siyaseta demokratîk vekin. Pirsgirêka Kurd a li ser esasê mafên wekhev, dawî li polîtîkayên şer bê anîn. Em dixwazin hemû peymanên dualî yên bi Îsraîlê re bên betalkirin, demildest baregehên DYE û NATO’yê bên girtin, Îsraîl ji herêmên dagirkirî vekişe û mafê çarenûsa gel bê naskirin.”