NY: Divê êrîşa li ser nexweşxaneyê bê lêkolînkirin

Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Haq got: "Der barê êrîşa li Xezayê ya linexweşxaneyan de lêkolîn girîng e.” UCM’ê jî diyar kir ku kesên der barê bûyerên li Îsraîl û Filistînê de agahiya wan heye dikarin UCM’ê agahdar bikin.

Navenda Nûçeyan – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de banga "Ji bo kêmkirina êşên tirsnak ên mirovan li Rojhilata Navîn agirbesteke mirovî ya lezgîn" kir. Antonio Guterres hişyarî da ku qedera hemû herêmê û jiyana mirovan di xetereyê de ye.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths jî bi riya vîdeokonferansê têkildarî rûniştina Xezayê ya li Konseya Ewlekariyê ya NY. Martin Griffiths der barê êrîşa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Xeza El Mamedanî (al-Ehli Baptist) ya li Xezeyê de jî diyar kir ku nexweşxane tenê rojek piştî ku rayedarên Îsraîlî banga "tehliyeyê bikin" rastî êrîşê hatiye.

Martin Griffiths got: "Ez ne tenê li ser hovîtiya 11 rojên borî, di heman demê de balê dikşînim ser tiştên ku em ê di rojên pêş de rû bi rû bimînin." Agahiyên ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatine dayîn, nexweşxaneya ku êrîş lê pêk hat, yek ji 20 nexweşxaneyên ku rayedarên Îsraîlî banga valakirinê kirine ye.

'Girîng e ku li nexweşxaneyê lêkolîn bê kirin'

Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq di axaftina xwe ya li civîna çapemeniyê ya rojane de diyar kir ku hê zû ye ku bersivê bidin ka NY dê tevlî lêpirsîna êrîşa nexweşxaneyê bibe yan na û got ku divê NY gavên ku divê bên avêtin bibînin. Ferhan Heq wiha got, "Der barê êrîşê de lêkolîn girîng e."

UCM lêpirsînê didomîne

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) diyar kir ku ew li ser rewşa Filistînê lêpirsînê dimeşînin û di vê çarçoveyê de kesên ku der barê bûyerên îro yên li Îsraîl û Filistînê de agahiya wan heye dikarin Serdozgeriya Dadgeha Cezayê (OTP) agahdar bikin.

UCM’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got: "Li gorî Destûra Romayê ya UCM’ê, Ofîsa Dozger (OTP) dikare agahdariya ku ji her çavkaniyek jê re hatiye pêşkêşkirin têkildarî sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê, jenosîd û êrîş jî di nav daraza dadgehê de analîz bike.